Mehmet Dicle: Wêje Veger û Keşfa Xwe ye
Röportaj / Mem Med

whatsapp_image_2023-12-30_at_23.08.33 Mehmet Dîcle, wêjekarekî Kurd e û heya niha bêhtir bi çîroknûsiya xwe tê nasîn. Ev danasîn di wêjeya kurmancî de cîyek bi qîmet dadigire. Lê Dîcle gelek sal bihûrîn xêncî çend çîrokên kovaran û edîtoriya Kurdeçîrokê bêdeng bû. Helbet yê rojekî bi berhemekî olan bida û da jî. Dîcle vê carê bi cureyek din bi romanê ve hat. Ji taybetmendiyên Mehmet Dîcle yek jî ev e ku wî di gelek çîrokên xwe de ji bo atmosferê bi navê Asûsê mekanek avakiribû. Ew atmosfer di romana wî Berfa Sor de jî berdewam e.  Li ser vê û hin xalên din de me xwest bi mebesta vê pirtûka wî ya nû em çend pirsan jê bikin.

Mem Med: Di cureyekî de tu gelekî serkeftî bî û hatibî qebûl kirin, ecibandin piştî wê tu bi cureyek din derkevî li ser dikê em bêjin di nav xwe de rîskekî dihewîne an ne? Ji ber ku yê tenê romanek serketîdir nexwezin û yê li gorî romanên din di asta serketina çîroknûsiya te de romanekî bixwezin. Di hin helan de serkeftinek dikare bibe bela jî. Ev tatêla di te de jî hasil bû? Tu yê çi bêjî.

Mehmet Dîcle: Helbet siya berhemên biserketî tîr e, xwedî berhemeke biserketî wekî ku dareke xurt deyne dikare xwe bispêre berhema xwe û li bin siya wê tiraliyê bike, heta bi hetayê rakeve. Her wiha siya darên xurt nahêlin ku tu darên din jî li dora wan mezin bibin, ji ber ku wê têra xwe rojê nebînin. Lê ji alî berhem û berhemdariyê ve dibe ku ev tişt wiha nebe, ji ber ku afirîner dikare bi diyarê dara xwe bikeve û asoyên dûrtir jî bibîne.

Di nav nivîskarên ku em dizanin de kesên hem çîrok hem jî romanên biserketî nivîsandine pir in. Di dunyayê de jî ji xwe nîqaşeke wiha nemaye bawer im, ger demek hebe jî ne nîqaşek e gur bûye, ku romannûs çima çîrokan dinivisîne, an jî berevajiyê vêya. Xeynî vêya nivîskarek dibe ku qîma xwe bi cureyek an çend çureyên wêjeyê, heta hunerê jî neyne. Yanî piştî ku derhênerek dikare romanek binivisîne, wê tiştê herî xwezayî be ku çîroknûsek romanek binivisîne. Her wiha ku tiştên ji hev cuda bin jî roman û çîrok du cureyên herî nêzî hev in jî. Lewre parametreyên wan ên hevpar gelek in û dînamîka sereke ya her du yan jî qalkirina çîrokê bi xwe ye, her ku bi postmodernîzmê re ji bo her du cureyan re jî ceribandin û lêgerînên nû hebin û formên nû hatibin peydekirin jî.  

Ji xeynî vêya, bawer nakim ku kesek bêje ka ez niha çîrokek binivisînim, an romanek, romaneke postmodern an jî romaneke klasîk binivisînim û dest pê bike. Tu yê bêjî, qey kesên wisa tune ne, helbet hene. Kesên ku wek proje dest pê dikin û dibên ka ez haykoyan binivisînim, ji ber ku di kurmancî de tune ne, an ez romaneke erotîk binivisînim û bibim yekemîn, ji bo di kurdî de vêya wek valahiyeke divê bê dagirtin dibînin û dest pê dikin, lê çiqas bi ser dikevin. Hinek ji wan piştî dinivisînin mecbûr dimînin bi dû berhema xwe bikevin û wê berhev bikin, yanî ew bi xwe vediguherin merciyeke otosansurê. Welhasilê kelam, ji bo berhemdayînekê kamilbûn divê, dibe ku tu çend çîrokan bixwînî û kêfa te ji çîrokê re bê lê ev bi tena serê xwe têra nivîsandina çîrokê nake, an helbest û romanê jî. Divê em tu caran ji bîr nekin bi her berhemekê û cureyekê re em derdikevin ser dikeke ku beriya me hemî hunermendên dinyayê derketine wir. Bifikire, dema tu romanek dinivîsî tu bi Dostoyevski û E. Hamingway û Yaşar Kemal re heman karî dikî. Esas ev tiştek çiqas muazam e lê divê amadekariya te û şagirtiya te jî li gorî wê be.

Her hunermendek dixweze berhemên nû bide û biafirîne, berhemên berê derbas bike. Lê biryara vêya jî dîsa kesên ku berhemên min ên berê xwendine û ecibandine wê bidin. 

Tu di berhemên xwe de atmosferekî ava dikî ev atmosfer li mekaneke herêmî de ye. Gava meriv dinêre dîsa jî ew atmosfer berdewam e. Asûs e. Herçiqas peyamên  berhemên te tenê ne herêmîn bin jî vêya mekanekî bi sînor û navkirî dînî ziman. Çima ev israr? Ji te avantaj û dezavantajê vê çi ne?

Li gor nêrîna min a estetîkê çi berhemeke wêjeyî çi jî sînema dibe çiqas karibe atmosferek biafirîne evqas dikare xwendevan, an temaşevan bikşîne nav dinyaya xwe. Loma sebra min bêtir li berhemên ku atmosferek diafirînin tê. Loma ez jî di berhemên xwe de yekcaran bi zanîn, yek caran bêhemdê xwe atmosferek diafirînim. Ji xwe tiştê ku çîrokê an romanê dike berhemeke ku nayê qalkirin, berhemeke ku divê bê nivîsandin û xwendin atmosfera wê ye. Atmosfereke ku yek caran bi peyvan çêdibe, carinan bi bêhnan, bi diyalogan, bi bêdengiyan, bi rengan. Ji ber ku tiştê meriv dikare bi peyvan, yanî bi hêza wêjeyê bike nikare bi tu tiştek din bike. Li gel evqas teknîka pêşketî ya roja me sînema jî hê negihîştiye wê astê. Loma fîlmên berhemên wisa jî nayên çêkirin, ger bên çêkirin jî li gor berhemê gelek lawaz dimînin.

Mekanên çîrokên min û niha jî mekanê Berfa Sor Asûs e. Asûs, navçeyeke xeyalî ya li Kurdistana “xeyalî” ye. Lê ji ber ku Kurdistan cografyeke diyar e Asûs jî bi qasî wê diyar dibe û qedera wê dişibe ya Kurdistanê. Lê tevî ku em dizanin li ku ye jî em nikarin li ser nexşeyekê nîşan bidin. Dîsa jî tu tiştek ne asteng e ku çîrokên li Asûsê diqewimin ne gerdûnî bin. Piştî ku kurteçîrok an jî roman cureyên gerdûnî bin helbet em karibin ji alî teknîkê, vegotin û tiştên din ve ku romanekê dikin romaneke baş berhemên di asta dinyayê binivisînin wê berhemên me jî derkevin derveyê sînorên xwe. Mesele ne çîrokên ku em qal dikin, an cografyaya ku em ji wir dinivisînin e. Mesele ew e ku em çawa qal dikin. Çîrokên herkesî, her miletî yên hêjayî nivîsandinê hene. Ji xwe wêje û huner bi xwe gerdûnî ne. Di navenda wan de mirov, giyan û çalakiyên mirovan hene, ku ev tiştên herî gerdûnî ne, loma em çîrokên li Gaomî ya Mo Yan, li Macondoya G.G. Marquez, li Jeffersona W. Faulkner û yên Bahiaya G. Amado dixwînin. Kes, li Asûsê bin jî, an li Tebrîzê û Kyotoyê bin jî tirs û azweriyên wan yek in û gerdûnî ne.

Sedemên din a avakirina min a Asûsê jî ew e ku mekan min sînor neke, ez bêtir azad bim. Ji ber ku ji trênan hez dikim û karibim trênekî di mekanê çîrokên xwe re derbas bikim, çiyayeyekî bilindtir bikim, hin xisletên Mîrê Botan bînim li Mîrê Asûsê barbikim. Asûsê bibim dûrê dinyaya lê wê ji wê dinyayê jî dernexim.  Herwiha ew Kurdistan bi xwe be jî, her tiştê ku li Kurdistanê qewimîbe li wir jî biqewime, yanî tiştên ku qal dikim ji ber mekan ne dûrî aqilan bin, berevajiyê wê her kesek bibêje qey Asûs ciyekî nas e jî. Loma heta îro min tu dezawantajeke wê nedît.

Çîrokbêj, wêjekar di aliyekî de temsîlyeta dengê herêmekî ne. Ewana ji bo ew dengên li wir olan da ne, ne bi motamot neqilkirî, bi awayekî lêzedekirî, di asteke estetîk de bigêhîne nifşên  nû, demên bê û derdorên din.  Gava meriv  di bin vê nihêrînê de binêre di aliyek de çîroka “Meqesa Zêrîn” di vê romanê de jêrejorî û berwarî firehtir dibe didome. Tu yê li ser vê meseleya temsiliyetê an jî zêdetir çi bêjî?

Dibe ku rexnegiran vêya formûle kiribin ji xwe, ji ber ku ev di wêjeyê de ne tiştek nû ye. Lê ya rast formûlekirin pir bala min nakşînin, ji ber ku ez êdî dizanim ji teoriyeke baş wêjeyeke baş naafire lê berevajiyê vêya hertim mimkûn e.

Çexov bersiva vê pirsê hinek ji nav wêjeyê daye; “Çîrok, wekî ku meriv li ber pacê bisekine û temaşeyê kesên li hundur şîvê dixwen bike û li rêya xwe biçe.” tiştek nêzê vêya gotibû. “Lê dema tu li rêya xwe neçûyî, te li derî xist, derî vebû û tu ketî hundur êdî roman dest pê dike.” Dibe ku min jî wisa kiribe. Di çîroka Meqesa Zêrîn de ez li ber paceyê sekinîbûm min li hundurê Meqesa Zêrîn mêze kiribû, di Berfa Sor de ez ketim hundur û heyata ku Aram û Şerbet a ku êdî pê li rêçê xwe dikirin û ber bi paş ve dijiyan bi wan re meşiyam.

Ji ber taybetmendiya çîrokê û derfetên ku çîrok dide me, an nade me em mecbûrin hin caran hin tiştan wek romanek dîzayn bikin. Ger roman ji fîlmek jî dirêjtir û firehtir be her çîrokek wêneyek e, ku nivîskar di kêliyeke xweşî an nexweşiyê de pê li deklanşorê dike û demê dide sekinandin. Loma her kitêbeke çîrokan bi min wek albumek e fotografan e. Yek caran dema meriv li fotografekê dinêre dixwaze biçe wê demê. Dema meriv çû wê demê jî zeman bi pêş û paş ve diherike, şax û gulî bide. Yanî deriyê romanê vedibe.

Sedemeke din a ku lehengên di çîrokên min de di romana min de jî derketin pêşberî me û wê di roman û çîrokên pêşerojê de dîsa derkevin pêşberî me ev e ku mekanê wêjeya min Asûs e. Ji xwe li her navçeyekê çîrok hertim derbasî nav hev dibin, bi hev ve tên girêdan. Yanî normal e ku dema Aram di rê re derbas bibe Sala bibîne.

Di berhemên ên pêşiya vê de jî  te bûyerên dîrokî wek bi hatina mihaciran bi awayekî bandora herba Osmaniyan û Rûsan ya li ser Kurdan, çîrokên wek kul, sala kulê tiştên efsûnî nîv efsûnî tevîhev hûnandibû.  Vê car jî pevçûn û têkçûnên salên dawî ya serhildana Kurdan ya dawî re eleqeder û berfa sor. Erê em çi bikin em dîsa tên li ser realîzma efsûnî ya bandora li te kiriye. Ev naçariyeke an tercîheke? An jî tu yê zêdetir çi bêjî?

Di rastiya xwe de wêje veger û keşfa xwe ye. Meriv pê xwe û civata xwe keşif dike. Ne ku bi awayeke zanistî hîn dibe. Tenê dikeve ferqê, pê dihese, hîs dike. Berî bîst salan, dema min dest bi xwendina Wêjeya Emerîkaya Latînî kir ev bi min re çêbû; bîra min a ku bi sedan çîrokên ji min re hatibûn qalkirin şêlo bûbû hêdî hêdî zelal bû. Her ku min roman û çîrokên wan xwendin ez li xwe, li bîra xwe ya ku heta ew roj bi min re çêbibû vegeriyam. Esas gava dibêm bîra min ev bîra civaka min e jî, ya pîra min û kalikê min ên ku min ew nedîtine ye hinek, ji wan wek kodên genetîk nifş bi nifş hatiye heta ku gihîştiye min. Ji ber ku hin civat dişibin hev, bîr û bawerî, çîrok û qalkirinên wan jî dişibin hev. Nivîskarên Emerîkaya Latîn çîrok û romanên modern bi kevneşopa qalkirina kevnare ya civata xwe nivîsandin. Wekî ku rexnegir û teorîsyen hertiştî kategorize dikin û nav li wan dikin navek li wêjeya wan jî danîn û jê re gotin Realîzma biefsûn. RealÎzma Biefsûn keşfa nivîsakarên Emerîka LatÎn jî nebû. Ez bim wan tenê da dû şopa vegotina civata xwe û loma bi ser jî ketin. Ango xweseriya vegotina xwe keşf û ava kirin. Tiştê divê em jî li dû bin ev. Ji ber ku behreke me ya dengbêjiyê heye û westayek me yê wek Şakiro heye ku ew ji pirî aliyan ve lûtke ye û kurmancî derdixe asta herî bilind. Lê helbet roman û çîrok cureyên wêjeya modern û encama modernîzma Ewropa ne li wir geş bune lê ne mimkûn e ku em xwe ji xweseriya civata xwe û kelepûra em jê tên bişon. Temam, em romanan berhema modernîzmê ye lê em ê dîwarek çawa di navbera xwe û dengbêjiyê de lêkin, an ew cin û periyên bi sedsalan bûn di kolanên navçeyê de digeriyan çi bikin. Emê çawa ji dê û bav, kal û pîrên xwe re bêjin ew pîrsibatik û miriyên bişevan we ew didîtin derew bûn. Loma ev ne bêçaretî ye, ne jî mecbûriyet e. Ne ku ez xwe di nav pêleke wêjeyê de dibînim loma wiha dinivisînim. Ev tradîsyona qalkirina  vê erdnîgariyê bi xwe ye. Lê bila şaş jî neyê fêm kirin, ez nabêm em folklorê dubare bikin.

Di romanê de xwendekar pê dihese an jî tînî bîra wan ku demekî Asûs bêhtir bi pir nasname û pirçandî bûye wek gelek deverên din. Aniha nav nehate bîra min nivîskarekî Tirk ji bo xeyal û texayûla Tanpınar mealen weha dibêje; “Tanpınar bîra rabirdûyê nake, xweziya xwe bi maziyê nîn e, tenê heyfa wî tiştên di maziyê de ne hatine jiyîn tê”.  Bi vê tespîtê re bi awayekî ev nirxandin hate bîra min. Tu jî xweziya xwe Asûsa zemanekî tînî an ew tiştên lê nehatin jiyîn?

Wekî min got ji ber ku Asûs Kurdistana piçûk e helbet demekê pir çandî bûye û îro tunebin jî gelek milet li wir jiyîyane. Heta salên 1950 li vê axê Cihû jî hebûn, pirên kesan vêya nizanin. Bi sedhezaran Ermenî hebûn û hatin qirkirin û koçkirin. Di salên 1950yan de dewletê Tirkên mihacirên Bûlxar anîn, li Kurdistanê bi cîh kirin lê pirên wan ji ber gelek sedeman barkirin û çûn. Lê dema ez vana dinivisînim ez naxwazim romantîzma pirçandiniyê jî bikim. Helbet pirçandî tiştek xweş e û sedemê herî mezin ê hişkbûna Kurdistanê homojeniya wê ye. Ger miletên ji baweriyên din hê jî li vir bijiyana ez bawer im ku em Kurd jî wê xwedî rûhiyeteke din bûna û ev muhafezakarî jî rengê evqas serdest nebûya.

Lê derdê min tiştek din e, ez vê meseleyê ji analîstan re bihêlim. Tenê naxwazim çîroka kesên wek Xeloyê Mihacir bê jibîrkirin. Xeloyekî Mihacir hebû li gundek çiya, hemû mihacirên Bûlxar axa ku ji Ermeniyan mabû û dewletê li wan tapû kiribû firotibûn Kurdan û nîvê şevan barkiribûn bi alî rojavayê Tirkiyeyê ve çûbûn. Tenê Xeloyê Mihacir mabû. Serê sibê qutiya xwe dida ser milê xwe dihat navçeyê fotografan dikişand, êvarê dîsa qutiya wî li ser milê wî dida pala çiya, diçû malê. Di bin bîra min de bi hezaran wêneyên wiha şêlo hene.

Tiştê ku ez li dû me çîrokên wiha ne. Ez naxwazim winda bibin. Ev jî berpirsiyariya min e.

Di romanê de berbiçav e ku ji destê desthilatdaran û xwedîhêzan zextiyek neheqiyeke mezin heye lê xêncî vê di nav bindestan de jî dijî hev kurtepistî jî gelekin. Bandoreke wê jî heye ew jî di aliyek de jiyanê hişktir dike. Heta niha ev nihêrandineke xurt nîn bû di wêjeya me de. Tu yê li ser vê çi bêjî?

Ji xwe sedemê mezin ê bindestiya miletekî xirecir û nelihevkirinên navxweyî yê wê miletê bi xwe ne û ev tişt mixabin ji bo me Kurdan teqez wisa ye. Meseleya me ne tenê paradoksa serhildan û xiyanetê ye. Kesên ku serî radikin yek caran ji bo demeke kurt be jî li hin deveran dibin hêza serdest û otorîte û wê demê dikarin bikevin nav tevgerên şaş jî. Lê ji ber em ji heman malî ne pirê caran em naxwazin tiştên li malê diqewimin derkevin derveyê malê, loma em bêdeng dimînin û gunehên xwe bi berfê dinixêfin. An ji ber ku kesayetiya me ya rojhilatî rengê me yê sereke ye kesên gunehkar tobe dikin. Tobe sîrayetê tevgerên herî çepgir û marksîst jî dike û bi navê xwerexneyê derdikeve hemberî me. 

Lê wêjekar ne siyasetmedar e. Neyartiya wê/wî bi xirabiyê bi xwe re ye, ne bi partî, dezge û dewletan re ye. Her wiha ew ne dostê van dezgehan e jî. Divê wêjekar xwedî wijdan û ruhê zarokekî be û ewqas jî bê guneh be, loma jî ger mafê avêtina kevira ewil hebe, divê ew maf yê wêjekar bi xwe be. Loma xirabî ji kê bê bila bê divê em bi mehsûmiyeta zarokekî qal bikin. Mixabin di salên ku jê re salên nodî tê gotin û ji bo Kurdistanê bûn mîlada hilweşîneke piralî de Kurdistan bû qada şerekî tu heta bêjî qirêj. Wan salan xirabî di ser serê me re qelibî. Lê mixabin xirabî tenê ji aliyê kesên ku me ew neyar dizanibû ve nehat, ji nav me jî hat.

Yên ji nifşên min di nav vê xirabiyê de bûn zarok, sengele, ciwan û paşê jî zilam. Ev ji bo yên bişans wiha bû helbet, hinek nebûn zarok, nebûn sengele, ciwan û zilam, mirin. Aliyê herî xirab ê salên nodî jî ew bû ku tenê cografya, dar û ber û gund û bajar hilneweşiyan, tehrîbata herî mezin û mayînde li ser giyanên me çêbû. Loma divê em vana binivisînin û li ser xeberdin, tobe nekin. Bi tobeyê, an xwerexneyê kesek ji gunehên xwe pak nabe.

Spas ji bo bersivan