Wergera wêjeyî û pêşengîya Feqîyê Teyran
Makale / Dr. Dîlawer Zeraq

ankara-yazili-ceviri Destpêk

Werger, wekî dîsîplîneke taybet, li hemû alîyên jîyana mirovan, bi awayekî ji awayan cî dide xwe û bandoreke dîyarker li ser mirovan dihêle. Di vê bandorê de, aktorê sereke ziman bi xwe ye ku êdî ne tenê parçeyekî jîyanê ye, lê hokareke dîyarker ya jîyanê ye. Ziman, di vê rewşa hokarîyê de, gelek hêlên jîyanê, bi awayekî beş bi beş beş, li xwe dike war û yek ji warê giringtir yê van waran, çand e û lihevparvekirinên çandî ye.

Li ser helûmercên jiyanê yên roja îroyîn, em dikarin bêjin; hema bêje hemû hêmanên çandî û berhemên hunerî bi çand, netewe û zimanên din re ketine hevkartêkî û hevpêwendiyê. Ev rewş vê yekê bi me dide nîşan; çêbûna yekrengîyeke gerdûnî û global, ya ku ji alî hin derdor û ramanweran ve hem tê piştgirîkirin hem jî wekî bertirsîyekê (talûkeyekê) bi pêş de tê anîn, ne ew qas hêsan e. Ji ber ku hevbandorî û hevpêwendîya di navbera mirov, çand û zimanan de, ne îro roj, lê ji berê de dest pê kiriye û yekane rê û navgîna (instrument) wê jî, ziman û wergera zimanî û çandî ye.

Ji ber hewcetî, daxwaza hînbûnê, meraq, qîmpêanîn û pêrayîkirinê (like) û ji ber gelek hevpêwendîyên di navbera mirovan de çêbûyî, di navbera çandan de werger hatiye kirin û mirovan bi rêya ‘raguhastina hêmanên çandê’ ji hev fam kirine û hev nas kirine.

Em di vê nivîsarê de, hevpêwendî û çalakîyên raguhastina hêmanên çandan li xwe dikin hîm û zemîna têdexebitîna xwe û pê re jî li xwe dikin armanc ji bo ku destnîşan bikin, çîrok-destanên bi navê Bersîsê Abid û Şêxê Sen’an ya di dîwana Feqîyê Teyran de, ne vegotinên resen û jêderkî yên Kurdan in û ji alî Feqîyê Teyran ve, bi taybetî li ser rêbaza lêanînê (adaptationê), hatine wergerandin.

Werger di dîrokê de

Tevî ku wergera devkî pir kevn e û em baş pê nizanin ka kîngê dest pê kiriye jî, zanyarên di vî warî de xebat û lêkolînan dikin, bi nêrîneke hevpar û gelemperî, li ser vê fikirê mane ku dibêje, “Çi gava mirovan û civakan hev dîtiye û xwestiye hev nas bikin wê hingê wergerê dest pê kiriye.” Her çend dorfirehî û nedîyarîya vê dîtinê dike ku banekîyên me yên modern li azîyê bimînin û em xwe ji destpêkekê bêparmayî bihisin jî, demeke ku di dîroka mirovahîyê de ne dûr e xwe digihîne hawara me û em hîn dibin, “Di vekolîneke arkeolojîk de ku li Mezopotamyayê hatiye kirin, tabletên 4500 salî hatine dîtin. Ew tablet, deqên wergerandî yên nivîskî yên herî kevn in ku heta roja îro hatine. Tabletên ketî behsê, ji ‘lîstên peyvan’ pêk tê ku bi zimanê Sumeran û Akadan hatiye çêkirin.” (Okuyan Sibel, 2012; 6)

Digel vê yekê, Mustafa Aydoğan radigihîne me û dibêje; “Li gora nivîsa André Lefereve ko yek ji wan beşên pirtûka Lars Kleberg (Bi gotineke din) e, dîroka wergerê li welatên rojavayê, bi wergera Ahîda Kevin dest pê kiriye. Li gora eynî nivîsê, desthilatdarê Misirê Ptolemaiosê Duyem dibîne ko li kolonîyên Misirê, xelk êdî nema dikare Ahîda Kevin bi zimanê orîjînal bixwîne. Ji ber vê yekê, ji Qudusê dixwaze ko Ahîda Kevin wergere zimanê grêkî. Li gora ko tê gotin; ji bo vî karî, 70 kes ji Qudusê diçin Îskenderîyeyê. Her yek ji wan dikeve hicreyekê û heta ko wergerê diqedînin jî peywendîyên wan bi hevdu re çênabin. Di dawîyê de, Septuaginta werdigere zimanê grêkî û bi vî awayî li Rojavayê dîroka wergerê jî dest pê dike.” (Aydogan, 2001; 117)

Her wisa, di Tewratê de, çîrokek heye ku bala me dibe ser çêbûna zimanan û pê re jî çêbûna hewcetîya wergerê. Çîrok ya Barûya Babîlê ye. Li gorî vê çîrokê, “Piştî Tofana Mezin, mirovên ku ji ser hişê xwe çûne, wekî bengîtîyekê dixwazin xwe bigihînin esmanan û biryarê didin ku barûyekê çêkin. Hingê, ji ber ku her kes bi heman zimanî diaxêve, dest û mil didin hev û dest bi avakirina barûyê dikin. Xwedê jî, ji bo ku mirovê jiserhişêxweçûyî bi ceza bike, geremolîyeke zimanî çêdike. Piştî vê geremolîya zimanî, êdî mirov nikarin ji hev fam bikin û nikarin armanca xwe ya ku wan daye ber xwe, bi cî bînin. Dem pê de, çand û ziman, nêrît û kevneşopîyên ji hev cuda çêdibin.” (Kitab-ı Mukaddes, 1974; 9)

Tevî ku ev rewşa geremol û girûger, wekî dongî, jihevcudabûna çand û zimanan dide der jî, di heman demê de lihevnebanbûnek jî çêdibe di nav mirovan de. Û ev halê lihevnebanbûnê dike ku mirov ji nû ve hewlê bidin da ku bibin nasyarên hev. Di vê hewldanê de, helbet ziman bi roleke hîmî û kartêker radibe û di koşana jinavêrakirina rewşa jihevfamnekirinê û di çalakîya jinûveçêkirina zimanekî hevpar de, werger ji bo bidawîkirina geremolîya çêbûyî dibe çareyek û dibe “zimanekî hevpar yê jiwêdetirî zimanan ku zimanê zimanan e.” (Göktürk, 1994; 15-16)

Her wisa, li gorî agahîyên tên dayîn, wekî çalakîyeke wergera nivîskî, “Cara pêşî Saint-Jérôme (347-419 P. Z) yê sernivîskarê Vulgatayê, ahîtên Aramîkî û Îbranîkî ji orîjînala wan wergerandiye” (Raková, 2016; 21). Digel vê jî,  lêkolerên ku di vî warî de xebatan dikin, wiha radigihînin; “Dîroka wergerê ji hêla wergernasan ve piranî bi referansên ji serdema Romayê ve tê girêdan. Şaristanîya Romayê bi rêya wergerê hewl da ku berhem û zanyarîyên aîdî şaristanîya Grekî bike malê xwe û ji bo vê yekê jî ji wan re pêwîst bû ku ew wan berheman wergerînin.” (Hêzil, 2024) Ji vê ragihandina Samî Hêzil jî dîyar dibe ku wergera nivîskî, ji hêlekê ve ji bo hevnasîyê hatiye kirin ji hêla din ve jî, -her çend mîna ku bêguneh xuya bike jî- ji bo xwemalîkirina zanîn û berhemên folklorî, wêjeyî û vegotinî jî hatiye kirin.

Di serdema împaratorîya Romayê de, Cicero (106-43 B.Z.), yek ji wan ramyar û nûnerên Romayî ye ku di xebata wergerandina deq û wêjeyên gelên din de bi roleke sereke rabûye û ji hêleke pir taybet ve mohra xwe li teorî û rêbazên wergerê xistiye. Di dema Cicero de, “Wergerên hatine kirin bi temamî li ser xwemalîkirinê û lêanînê (adaptation) hatine kirin” (Kızıltan, 2000; 76) ku rêbaza wergerandinê ya lêanînê (adaptation), di nivîsara me de referansa sereke ya rêbaza wergerandinê ye ku wê ji angaşt û dahûranên me re bibe palpişt. Gava em bala xwe didinê, wekî wergera nivîskî, Di serdema Ebbasîyan (750-1250) de jî hengaveke (attempt) taybet ya ji bo wergerê dide der. Her wisa, “Di wê heyamê de, wergerên berhemên zanistî û felsefî yên ji Grekî bo Erebî dihate kirin ku -di van wergeran de- Suryanî wekî zimanê navbeynkar dihate bikaranîn.” (Munday, 2001; 21-raguhastin; Hêzil, 2024)

Digel vê yekê, Zuzana Raková bi me dide zanîn ku John Dryden (1631-1700), wergerê bi awayekî giştî, bi sê cureyan ji hev dabeş dike û dibêje, “1) wergera yek bi yek; wergêr her peyv û hevokê yek bi yek werdigerîne, 2) wergera rave û şîrovekirinê, an jî wergera serbest; wergêr di wergerê de li bayê xwe diçe, 3) wergera hewespêanînê an jî lasayîkirinê; wergêr gava hewcetî pê dibine ji resenîya tekstê dûr dikeve.” (Dryden, raguhastin; Raková 2016; 51-52)

Cicero, wekî serkêşekî wergerandina bi rêbaza lêanînî (adaptation), “Kesê yekem e ku jihevcihêbûna peyv û gotinê di pergalekê de cî bi cî kiriye.” (Kızıltan, 2000; 76) Gava em bala xwe dibin ser jihevcihêkirina ‘peyv’ û ‘gotin’ê, em di deqbend û çarçoveya denganî û nivîsînî de hay jê dibin ku di kurmancî de, -her çend gelek caran di şûna hev de bên bikaranîn jî- ‘peyv’ bêtir di warê nivîsînê û ‘gotin jî di warê denganîyê de tê bikaranîn. Her wiha, Cicero “Di heman demê de li gor cureyên tekstan û fonksiyonên wan pîvanên wergerê jî pêşkêş kirine. Ew ji bo tekstên ramanî û di mijara têgehan de girêdayîbûna bi teksta jêder pêşniyaz dike, lê di berhemên edebî de alîgirê wergera serbest e û helwesta wî armanc-navend e.” (Hêzil, 2024; 28)

Ev pêşnîyaza Cicero, ya di rêbaza wergera lêanînî (adaptation) de, -ev rêbaz ji hin hêlên xwe ve wekî rêbaza serbest jî tê zanîn û binavkirin-, piştî demekê berbelavtir dibe û kêrhatîtir tê bikaranîn. Di rêbaza wergera lênanînê (adaptationê) de, wergêr di dema wergerandinê de, bi rêjeyeke zêde bi destê xwe ye û ev rêbaz dike ku wergêr li pêşberî deq û berhema bîyan, helwesteke “ne wekî şirovekarek lê belê wekî rewanbêjek” (Kızıltan, 2000; 77) girê bide. Prensîba şêweyê wergerandinê, ya ku Cicero bi pêş xistiye, wekî “wergera serbest (freie Übersetzung)” (Kızıltan,  2000; 76) tê binavkirin ku ev şêwe werger, wergêr ‘serbest’ dihêle û wergêr bi deqa jêderkê ve zêde pabend namîne. Di vê deravê de, ‘wergera serbest’, “Du rêyan li xwe dike armanc: 1) wergêr deqa (teksta) jêderk bi kêrî xwe tîne û berê xwe dide keys û derfetên vegotinê yên di zimanê xwe de, 2) berhema ku ji zimanê jêderk tê raguhastin, çi bandor li xwînerên deqa jêderk kiribe wê heman bandorê li xwînerên deqa (teksta) armanc jî bike.” (Kızıltan,  2000; 76) Gava em ji hêla bandorkirinê ve û ji hêla lihevkirina zimanî ve bala xwe didin ser van her du xalan û ser rêbaza ‘wergera serbest’ ku wekî wergera lêanînî (adaptation) jî tê zanîn, em hay jê dibin ku di esasa xwe de Cicero “wergerandina wate bi wate”yê li rêbaz û teorîya xwe kiriye bingeh.  (Yazıcı, 2005; 36-raguhastin: Hêzil, 2023).

Rêbazeke xwemalîkirinê; wergera lêanînê (adaptation)

Rêbaza wergera lêanînê (adaptation), “Têgihek e ku bi awayekî gelemperî, heta roja îro jî, bi taybetî wekî rêbazeke wergerandina serbest tê qebûlkirin û amaje bi deqa armanc dike.” (Shuttleworth û Cowie, 2014; 3) Her wekî Ziyattin Yıldırımçakar radigihîne me, “Vinay û Darbelnet du stratejiyan bi navê ‘wergera dîrek’ û ‘wergera oblîk’ pêşkêş dikin ku mirov dikare wergera dîrek wekî wergera rasterast ya din jî wekî wergera serbest bibîne. Ev herdu sratejî jî heft rêbazan dihewînin, bi navê: Deynkirin/qerzkirin (borrowing), kalk (calque), wergera rasterast (literal), transpozîsyon, modulasyon, hemtayîtî û lêanîn.” (Yıldırımçakar, 2016; 20)

Di dîrokê de gelek berhemên mînakî hene ku bi rêbaza ‘lêanîn-adaptation’ê, hatine wergerandin ku ev rêbaz ji Cicero heta roja îroyîn jî wekî rêbazeke taybet ya wergerê tê qebûlkirin. Her wiha, di vê rêbazê de, werger bi xwe “Bi awayekî giştî dixwaze bide zanîn ku guherandinên hêjayî balpêdanê di deqê de hatine kirin da ku armanca taybet ya li paş perdeya wergerandinê heyî, lêhatîtir be.” (Hêzil û Zeraq, 2-berhema neweşandî) Raková jî balê dibe ser wergera bi rêbaza serbest, dibêje “Adaptation (lêanîn), gava hin derav çêbibin û hin hêmanên ku deqa jêderk dide der di deqa armanc de peyde nebin, tê bicîanîn û digel wê jî; li gorî deraveke din ku wekî hevnirx tê qebûlkirin, ji nû ve tê çêkirin.” (Raková, 2016; 91) Nexwe em li ser palderîya sepandinên hatî kirin, dikarin bejin, wergera bi rêbaza lêanînê (adaptation), awayekî taybet ya hevnirxî ye ku di kîjan rewş an jî demê de dibe qet ferq nake, danberhevîyeke li ser nirxên zimanî û çandî tê kirin û wergêr bi wergerandina bi vê rêbazê; nirxa di deqa jêderk de hatî avakirin, di çarçove û rewşên deqa armanc de ji nû ve çêdike. Ev jinûveçêkirin di heman demê de rengekî veafirandinê jî dide wergera ku bi rêbaza lêanînê (adaptationê) hatiye kirin.

Her wiha, bi vê wateyê, wergerandina bi rêbaza lêanînê, ew demajoya veguherînê ye ku wergêr rêzê li deqa jêderk digire, lê belê, di çand û zimanê armanc de jî havilek çêdike. Ev havil, bi tevî hemû kartêkên wergerê ku di gelek biwaran de li kar e, bi rol û kiryarîyeke xwemalîkirinê jî radibe. Loma ye, “Wergera bi rêbaza lêeanînê, di heman demê de wekî demajoyeke wergerandinê” (Osimo, 2011; 260-raguhastin; Raková, 2016) jî tê qebûlkirin.

Em li ser ravekirina rêbaza wergera lêanînê (adaptationê), dikarin bêjin; ev rêbaz, di heman demê de rêbazeke xwemalîker e jî. Di vê rêbazê de, deqa armanc; ji alî mebest, bandorên xwe yên dilînî û pêhisînî, taybetîyên xwe yên zimanî û çandî ve tê avakirin û gava ev yek tê kirin jî, hin caran “Wate û bandorên ku di deqa jêderkê de tunene ji bo bicîhatina mebesta wergerandinê, di deqa armanc de tên peydekirin” (Ekici, 2018; 223)

Wergera bi rêbaza “lêanîn-adaptation”ê, zêdetir di wan deman de derdikeve rastê ku gava endamên gelekî-neteweyekê “hewesa xwe bi deqên jêderk tînin” (em rêbaza “wergera hewespêanînê an jî lasayîkirinê” ya Dryden bi bîr bixin û bêjin; ev rêbaza wergerandinê jî di xwemalîkirinê de li kar û bi kartêk e), dikevin hewldanekê da ku berhema jêderk li ser hîma “hevnirxî”yê di zimanê xwe de jî bêjin. Di vê demajoyê de jî rê û rêçika ku di gava wergerandinê de tê bikaranîn, “hevrengkirin”a li ser çand û zimanê deqa armanc e. Û demajo û pratîka “hevnirxkirin” û “hevrengkirin”ê, li ser deqa armanc, yanê deqa ku êdî bûye “deqa wergerandî”, encameke taybet çêdike ku reng û naveroka wê li ser xwemalîkirinê ye.

Dîroka wergerê ya di kurdî de

Wekî hemû zimanan, wergerên ku ji zimanên din (bi taybetî ji farisî, ermenîkî, erebî û tirkî) ya bo kurdî hatine kirin, heta demekê bi devkî ye. “Alimên kurmancan, wergera devkî ya bi kurmancî, di serdema Mîrektîyên kurdan de, ji sedsala 16an bi vir ve di nav perwerdeya medreseyên xwe de kiriye.” (Yıldız, 2020; 122) Gava em bala xwe dibin ser vê agahîya Ayhan Yıldız dide û dibêje “ji sedsala 16an bi vir ve”, em yekser nivîsîna bi kurdîya kurmancî ya Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî tînin bîra xwe ku di sedsala 16an û 17an de berhem afirandine û di gelek waran de, ji bo wêjeya klasîk û modern bûne bingeh.

Lêkolerên kurdî, yên ku ber û bala xwe birine ser wergerên ku ji zimanên -di heman demê de ji çandên- din bo kurdî hatine kirin, li ser hevfikir in ku wekî nivîskî wergera bo kurdî piştî sedsala 19an dest pê kiriye. Yek ji wan lêkoleran Engin Öpengin e ku bi hevokên vebir radigihîne û dibêje, “Yekem nimûneyên wergerê di kurmanciyê de, wergera Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ya Mela Mehmûdê Bayezîdî û hindek nusxeyên Încilê ne ku di nîvê duyem ê sedeya XIXê de ji layê mîsyonerên rojavayî hatine encamdan.” (Öpengin, 2011; 1) Mustafa Öztürk jî radigihîne û dibêje. “Di Koleksîyona Aleksandre Jaba de destnivîsa bi hejmara Kurd 43’yê ji 84 çîrokên Farisî û wergerên wan ên Kurmancî û Fransî pêk tê. Wergerên Kurmancî ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve û yên Fransî jî ji alîyê A. Jaba ve hatine kirin.” (Öztürk, 2018; 33) Her wiha, Malmîsanij jî diyar dike û dibêje, “Di navbera 1856 û 1923yê de sercem 7 wergerên Încîlên bi kurdî hatibûne çapkirin, hemû jî ji layê Ermenî û mîsyonerên rojavayî ve.” (Malmisanij, 2006; 18- raguhastin; Öpengin, 2011; 4) Lêkoler Yıldırımçakar jî berê me dide wergera pirtûkeke din ku tu lêkolerek kurdî behs jê nake. “Di sala 1860ê  de pirtûkeke din bi serenavê Ayneparan Alifbe Cuz Kurmancî tê wergerandin. Armanca wê, hînkirina zarokên ermenî yên li Kurdîstanê bû ku bi ermenî nizanîbûn.” (Yıldırımçakar, 2016; 49)

Ji hela din ve Yusuf Taştan radigihîne me ku “Gava yekem ya hewldana wergerê, ferhenga Nûbara Biçûkan (erebî-kurdî) e ku ji aliyê Ehmedê Xanî (1650-1706) ve di 1682-83’de ji bo zarok hînî erebî bibin, hatiye nivîsîn. Di vê ferhengê de îfadeyên (phrase) erebî ku wergeriyane kurdî hene.” (Taştan, 2019; 28) Ev çespandin bere me dide wergerandina peyv bi peyv (an jî wate bi wate) ya ku wekî rêbaz di amadekirina ferhengan de tê bikaranîn. Lê belê, Taştan awayê wergerandina Xanî û zimanê jêderk û zimanê armanc nade ber çavan û angaşta xwe dike. Ji ber hindê jî, em ê nikaribin vê angaşta Taştan wekî angaşta cîgirtî bizanin;

1) ji ber ku di lîteratur û zanista wergerê ya dinyayê de, wergera ku wekî wergera durist tê qebûlkirin ew werger e ku zimanê jêderk zimanê bîyan e û zimanê armanc zimanê dayikê ye,

2) ji ber ku wergera di Nûbiharê de hatî kirin, zimanê jêderk, zimanê dayikê ye û zimanê armanc jî zimanê bîyan e. Ji ber vê yekê jî, wergera Xanî kirî, ‘wergera berevajî’ ye.

Xanî, peyvên Kurmancî peyv bi peyv wergerandine ser zimanê Erebî û li xwe û li berhema xwe kiriye armanc ku ‘zarokên Kurdan hînî Erebî bike.’

Taştan, ji bo aşkerekirina angaşta xwe pê de diçe, mînakeke dîtir datîne rastê û dibêje, “Ferhengeke îtalî-kurdî ji aliyê Maurizio Garzoniyê îtalyan ve di 1787’an de hatiye nivîsîn. Di pirtûka xwe de, Garzoni hevok, îfade û gotarên kurdî wergerandine îtalî.” (Taştan, 2019; 28-29) Her wisa, Taştan ji parçeya Rojhilatê ya coğrafyaya Kurdan jî mînakekê tîne û dibêje, “Lêkolînek jî li ser kurdên Îranê û xaldekan ji aliyê Peter Lerch ve bi zimanê rûsî li Petersburgê di 1856-58’an de hatiye nivîsîn. Beşa sêyan ya lêkolînê ferhengeke kurmancî-rûsî û zazakî-rûsî ye.” (Taştan, 2019; 29)

Digel wê, wekî destpêka serdema 20an ku werger êdî wekî zanistekê û wekî dîsîplîneke taybet hatiye qebûlkirin û ji alî gelek teorîsyenan ve awa û rêbazên wergerê li ser gelek hîmên teorî û ramanan hatiye danîn, Öpengin balê dibe serê û dibêje, “Piştî Bayezîdî, bo cara yekem di sala 1931ê de, Erebê Şemo bi wergêrana Koçekê Derewîn a Aleksandr Araratyan nimûneya wergereke edebî û xwedan-endîşeyeke zimanî pêşkêş dike.” (Öpengin, 2011; 4-5)

         Dîsa li gorî belgeyên ku heta niha li ber dest in, em dikarin wergera helbesta “Hewar û Fîzar Misilmanî” (Modanî, X., 2002: 70) ya Modanî X. bêjin ku wergêr bêyî ku dîyar bike ka helbest ya kê ye û ji kîjan zimanî hatiye wergerandin, helbest bi rêbaza lêanînê (adaptation) wergerandiye Kurdî. Loma jî, Remezan Alan bi balpêdanekê dibêje, “…di Rojî Kurd de, “Hewar û Fîzar Misilmanî” (2002: 70) ya Modanî X. (Xelîl Xeyalî) ku wî ev helbest ji Mehmet Akif (Ersoy) wergerandiye kurdî jî yekem wergera edebî ya kurdî ye” (Alan, 2019: 22).

         Her wiha, wergerên ku ji zimanên din bo kurdîya kurmancî hatine kirin, di kovara Hawarê de jî bi pêş de tên. Di kovara Hawarê de, ji bo wan wergeran wekî “adaptation” hatiye nivîsîn. Celadet Alî Bedirxan hem bi navê xwe hem jî bi navê xwe yê din Seydayê Gerok çar wergerên lêanînê (adaptation) yên bi navê, “Loriya Şehîdan, Strana Mirinê, Mirina Gurî, Delaliya Delalan” (Bedirxan Celadet, Kovara Hawar 1998) wergerandine kurmancî. Digel wê jî Kamiran Alî Bedirxan, ji bilî Încîl û metelokên ku hatine behskirin, 36 Çarînên Xeyam û gelek sûretên Quranê û bi qasî 700 hedîs wergerandiye û di Hawarê de belav kirine. (Bedirxan Kamiran, Kovara Hawar 1998) Ji bilî wê, Nuredîn Zaza, bi navê xwe yê ku di Hawarê de bi kar anîye, Nuredîn Ûsif, du çîrokên bi navê “Stêrk, Derketî” (Ûsif, Kovara Hawar 1998) bi rêbaza lêanînê (adaptation) wergerandine kurmancî. Digel van wergeran, Öpengin radigihîne me û dibêje, “Qedrîcanî jî beşine ji romaneke fînlendî bi navê Di welatê zembeqê gewir [gewr] de di hejmarên Roja Nû de belav kirin; herwiha wî çîrokek ji erebî di hejmara 13ê ya Ronahiyê de belav kiriye.” (Öpengin, 2011; 4-5)

         Wekî wergerên ji zimanên din bo kurdîya kirmanckî (zazakî), di kovara Tîrêjê de, du helbestên Nazım Hikmet, bi navên “Ayê, Strenên Me” (Kovara Tîrêj, 1979; 36-37-38) ji alî Malmîsanij ve ji tirkî bo kirmanckî hatine wergerandin. Her wiha, çîrokeke Sabahattin Ali bi navê “Estaneka Mêşna” (Kovara Tîrêj; 39-40-41-42) ji alî M. Dewij ve ji tirkî bo kirmanckî hatiye wergerandin.

         Piştî vê qonaxê, “bi weşandina kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê, çalakîyên wergeranê yên li bakur, yên bi kurdîya kurmancî û kirmanckî, geşedaneke taybet didin xwe” (Zeraq, 2022; 219) û çalakîyên wergerandina berhemên ji zimanên din bo kurmancî û kirmanckî, di weşînekên dîtir de jî berdewam dikin.

Çîrokên Bersîsê Abid û Şêxê Sen’an; û wergêrîya Feqîyê Teyran

Ev beşa nivîsara me li ser van pirsan ava dibe;

  1. a) gelo çîrokên Bersîsê Abid û Şêxê Sen’anê, wekî jêderk, ji çand û folklor û zargotina kurdîyê ne,
  2. b) gelo ev her du vegotin bi rêya vegotina devkî û di ser hevpêwendîyên civakan re ketine nav zargotina kurdan?

Em ê bi palderîya hin çavkanîyên çapkirî hewlê bidin da ku bersivên van pirsan peyde bikin.

  1. Çîroka Bersîsê Abid, her çend bi gelemperî wekî devkî hatiye zanîn jî, hemû çavkanîyên ku behsa vê çîrokê dikin, serê pêşîn navê Benî Îsraîlê hildidin û dibêjin, “Ji serdema Benî Îsraîlan bi vir ve ye ev çîrok hatiye gotin. Bersîs, tê gotin di dema Benî Îsraîlan de an jî di serdema Fetretê de li jîyanê xweş bûye û keşîşek an jî âbidek bûye.” (İslam Ansiklopedisi, 2020; 436-439) Digel wê yekê jî, Muhammed Muhammedî İştihardî, gava çîrokê radiguhêzîne, çîroka Bersîsê Abid wiha dest pê dike, “Di nava qewmê Benî Îsraîlê de, abideki bi navê Bersîsa dijîya.” (İştihardi, 2010; 21) Meliha Ülker Anbarcıoğlu ji Veled Bahaeddin Sultan çîroka Bersîsê Abid wiha radiguhêzîne “Bersîsa, di nav Benî Îsraîlê de, abidek û zihidek bû; navûdengê zûht û tewqaya wî ji Rojhilatê ber bi Rojavayê ve berbelav bûbû.” (Bahaeddin, raguhêzer: Anbarcıoğlu, 57) Her wisa, lêkoler û zanayên di vî warî de dibêjin, ev çîroka hanê di Quranê de jî cî dide xwe û di ser gewdeya hîmî ya çîrokê re, bi vî awayî behs jê tê kirin; “Her wekî rewşa Şeytên; ji ber ku şeytên ji mirov re got, “mandele bike” piştî ku mandele kir jî: “Rastî ew e ku ez ji te dûr im. Di esasa xwe de, ez ji Xwedayê ku rebbê hemû aleman e, ditirsim.” (Meâni’l-Ahbâr, s. 289 (Babu Ma’nâ’l-Mevt, Hadis; 3)- raguhastin; Muhammed Muhammedî İştihardî, 21)

Em ji van çavkanîyan tê digihîjin, çîroka Bersîsê Abid, her çend bi awayekî devkî di nav hemû gelên Rojhilata Nêzik û Rojhilata Navîn de hatiye gotin jî, di hin berhemên çavkanîyî yên nivîskî yên wekî Quran û Tewratê de çîroka wê hatiye behskirin û çîroka Bersîsê Abid, wekî jêderk û çavkanîya peydebûnê, di civaka Benî Îsraîlê de hatiye gotin. Her wisa, ji ber ku Tewrat wekî nivîskî, çavkanîya pêşî ya vegotina çîrokê ye, di hîm û esasa xwe de, Bersîsê Abid; çîrok-vegotineke civata Benî Îsraîlê ye û ji ber ku ne tenê vegotineke devkî ye û di hin çavkanîyên nivîskî yên din de jî, bi şêweyên ji hev cuda, cî daye xwe, em dikarin wê wekî çîrokeke hem devkî hem jî nivîskî qebûl bikin.

  1. Çîroka Şêxê Sen’an, vegotineke çîrok-destanî ye ku di dema xwe de bi taybetî ji hêla civatên Kurd û Farisan ve hatibûye zanîn. Her wiha, gel û neteweyên derdorê jî hay ji vê vegotina destanî hebûne û destana Şêxê Sen’an bandoreke xweş li herêmên berfireh kiriye. Her wisa, Feqîyê Teyran jî, çîrok-destana Şêxê Sen’an, wekî vegotineke menzûm, di dîwana xwe de nivîsîye. Wekî em dizanin, berî ku Feqîyê Teyran destana Şêxê Sen’an binivîse, Melayê Cizîrî di beyteke xwe de behs jê kiriye û wiha gotiye: “Mey nenoşî şêxê Sen’anî xelet/Ew neçû nêv Ermenistanê xelet” (Cizîrî, 2010; 86) Em ji vê beytê bi zelalî û bêşik di vê digihîjin; Şêxê Sen’an ji alî xwendeyên Kurd û alimên medreseyên ve dihat zanîn. Yanê, Cizîrî, yê ku behsa Seîd-î Şîrazî (1210-1292 P.Z.) yê sê sed (300) sal berîya xwe jîyayî dike û helbest(karîy)a xwe û Şîrazî dide ber hev û dibêje, “Ger lu’lu yê mensûr ji nezmê dixwazî/Wer şi’rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet”, ne mimkun e helbestên Şîrazî wek nivîskî jî nexwendibe. Nexwe, heke wek nivîskî berhema Şîrazî ya bi Farisî hatî nivîsîn di medreseyên Kurdan de hatibe xwendin, dibetîyeke mezin tê de heye ku berhema Ferîduddîn Ettar jî wek nivîskî dihat xwendin û zanîn. Loma ye, Xalid Sadinî dibêje, “Feqiyê Teyran gelek di bin bandûra Ferîdeddîn Ettar de maye. Di helbesta “Şêx Sen’an de kifş dibe ku Feqiyê Teyran mijara xwe ji Ferîdeddîn Ettar wergirtiye. Herwisa Feqiyê Teyran gelek di bin tesîra çîroka “Şêx Sen’an” de maye. Dema mirov “Şêx Sen’an”a Feqiyê Teyran dixwîne vê rastiyê dibîne.” (Sadinî, 2009; 26) Em ji van gotinên Sadinî, bi zelalî û aşkerayî tê digihîjin ku Feqîyê Teyran, tevî ku ku bandor ji Ferîduddîn Ettar girtiye jî, di heman demê de hewes jî pê kiriye.

Îzedîn Mistefa Resûl jî, di vî warî de dibêje, “Şêx Senan dastanekî evînê ye û di nav Kurdan de bi navê Feqiyê Teyran ve hatiye nivîsîn. Ev di nav Kurdan de belave çi di zargotinên folklorî da çi ewên hatine nivîsîn ku li ser Feqiyê Teyran tê hesabkirin.” (Resûl, 1998; 89) Resûl, gava behs ji nivîsîna destanê ya ji alî Feqîyê Teyran ve dike, bi hevokên wekî “Şêx Senan dastanekî evînê ye û di nav Kurdan de…” bi awayekî a priori qebûl dike ku destan-çîrok ya kurdan e. Her wisa, di berdewama vê qebûla hanê de jî, bi hevokên wekî “…çi di zargotinên folklorî da çi ewên hatine nivîsîn ku li ser Feqiyê Teyran tê hesabkirin” vê destanê, wekî çavkanîya zargotinî û nivîskî dispêre Feqîyê Teyran. Lê belê em ji bo van hevok û dîtinên Resûl, yekser dikarin bêjin; ne objektîf in, ne li ser şikberîya zanistê ne û ne di şêweyê lêkolîna zanistîyê de ne. Ji ber ku ger hatibin nivîsîn jî, di lîteratura folklorê ya dinyayê de, “zargotinên folkorî”, li ser kesekî nayên nivîsîn û ew kes ancax wekî bêjer an jî berhevkarê wê çîrok-vegotinê tê qebûlkirin.

Gelek lêkoler û çavkanî di vê yekê de hevfikir in û bi awayekî belgeyî jî li rastê ye ku ev destan-çîrok cara pêşî, wekî nivîskî, ji alî Ferîddidun Ettar ve (derdora sal 1140-1220) bi navê ‘Şeyh-ı Sen'an’ hatiye nivîsîn û wekî pirtûk hatiye belavkirin. (Attar, 2006) Digel vê pirtûka çapkirî, wekî agahîyeke lêkolerî, Ahmet Gemi radigihîne me û dibêje, “Nayê zanîn ka çîroka Şeyh Senan kîngê derketiye rastê ku yek ji çîrokên edebîyata Rojhilatê ya herî zêde tê zanîn e. Ev çîrok, cara pêşî ji alî mutasawufê Îranî Feriduddin Attar ve di berhema xwe ya bi navê Mantiq-i Teyr de hatiye nivîsîn.” (Gemi, 2016; 107)

Her wiha, heke hevpêwendîya zimanan ya di demajoya wergerandinê de, ji sînorên xwe yên çandî rabihure û bikeve nav qada bizarvekirinê (texlîtkirinê), em ê karibin serî li Peter Burke û Hsia R. Po-chia bidin ku dibêjin, “Xeta sînorê di navbera werger û texlîtê de, bi qasî ku di sedsala 19an de xuyayî bû, berê ew qas ne xuyayî bû. Meseleya esasî ew e ku piranîya tiştên ku wê demê wekî “werger” dihatin binavkirin, pirî caran, ji hîn alîyên giring ve, ji resenîya deqê (carinan bi kurtkirina deqê carinan jî bi berfirehkirina deqê) cihê dibû. (Burke û Hsia, 2010; 30)

Li ser vê jêcihêbûna ku Burke û Hsia destnîşan dikin, em ê berê xwe bidin Zafer Açar û Ömer Delikaya ku di nivîsa xwe ya li ser devkîbûn û nivîskîbûna berhemên Feqîyê Teyran de ku lêkolînê li ser Bersîsê Abid, Şêxê Sen’an, Kela Dimdimê dikin, wiha dibêjin, “Her çiqas ji “deq”ê hatibin hînbûn jî, ji “bêj”ê xelas nebûne, bi vî rengî meriv dikare van herdu peyvan wekî nûpeyv “deqbêjî” bîne ba hev ku tê de metneke nivîskî di derdorên civakî û performansên devkî de, eynî mîna çanda devkî, ji nû ve tê gotin û dibin xwedî varyantan.” (Açar û Delikaya, 2022: 391) Di vê destnîşankirina Açar û Delikaya de, gotina ku dibêje, “Her çiqas ji “deq”ê hatibin hînbûn jî…” bala me dibe serê ku nivîsîna Feqî yên hin çîrok-destanan li “deq”ê ne û bi vî awayî, her du lêkoler, di heman demê de, hem “deqîbûna” çîrok-destanan qebûl dikin û hem jî ji bo ku balê li ser devkîbûnê bihêlin têgiha “deqbêjî”yê bi kar tînin. Lê belê, bi van gotinên wan; hem xwemalîkirina Feqî ya Şêxê Sen’an û Bersîsê Abid ya bi rêya wergerê bindoşek dibe hem jî wergerên Feqî mîna deqeke devkî ya veafirandî tên famkirin.

Di vî warî de, wekî dawî, em ê serî li sê lêkolerên Kurdan bidin ku bi gotinên cuda lê di mebestê de bi awayekî hevfikir dibêjin, “Feqîyê Teyran, ji berhema Attar ya bi navê “Mantıku’t-Tayr” beşa ‘Şeyh Sen’an’ diguherîne û wê veşirove dike.” (Kurdo, 2010: 92-116; Xeznedar, 2010: 2, 205-286; Adak, 2014: 232-233, raguhastin, Gemi, 2016) Her wiha, destana Şexê Senan, ne tenê ji alî Feqîyê Teyran ve, “ji nû ve hatiye şirovekirin.” (Gemi, 2016; 107) Digel wê jî, “Wêjekarê navdar yê Edebîyata Çağatay ya Tirkan, Gülşehri jî, destan-çîroka Şêxê Senan veşirove kiriye,” (Gemi, 2016; 107) venivîsîye.

Gelo Bersisê Abid û Şêxê Sen’an Werger in?

Di demajoya wergerandinê de, pêwendîyeke xweserî xwe di navbera zimanan de çêdibe, loma jî “Werger, tevî ku nikare ji zimanê jêderkê dûr bimîne jî, mecbûr e ku xwe ji divêtîyên zimanê xwe jî dûr neke.” (Uygur, 2001: 37) Ev destnîşankirina Uygur bi me dide zanîn ku werger ne tenê veguhastin e ku berginda peyvek ji zimanekî di zimanekî din de tê nivîsîn, lê belê pêwendîyeke taybet e ku di navbera du zimanan de tê danîn. Her wiha, Paul Riceoeur jî balê dibe ser sedem û palderên wergerê û dibêje, “Wergêr, ya ku raguhastinê dike, hemû danezan û agahîyan ji çandekê derbasî çandeke din dike.” (2008: 10) Di ser van çespandinan re em dikarin bêjin; di demajoya wergerandinê de, pêwendîya li ser çandwerîya (culturalization) zimên, li ser çandwerîya wergêr ya bi zimên re jî li dar e. Loma jî, hevyazkirina (tercîhkirina) wergêr ya di warê teknîk û rêbaza wergerandinê de û hilbijartinên wergêr yên hêmanên zimanî dide der ku deqa ji zimanê jêderk hatî wergerandin di zimanê armanc de reng û teşeyeke çawa wergirtiye.

Çendî ku roja îroyîn, rêbaz û teknîkên wergerandinê bi awayekî berfireh ji hev hatiye polînkirin û di warê naverok û tercîhên zimanî de hin rêbaz û teknîkên nû yên wergerandinê hatine dîyarkirin û digel ku “Wergera di navber zimanan de şêweyekî wergera navçandî ye û guherînên ku di dema wergerandinê de li deqekê diqewimin ne tenê encama hokarên zimanî ne,” (Burke û Hsia, 2010; 174-175) gava em bala xwe didin destana Şêxê Sen’an, ku dibetî ye berî nivîsîna-wergerandina Feqî wekî devkî ketiye nav zargotina Kurdan, em dikarin bêjin hevpêwendî û hevbandorîya çandan di heman demê de guherîn jî di deqan de çêdikin. Ji ber hindê ye ku em nikarin xwe ji rastînîya li ber çavan bidin alî ku destana-çîroka Şêxê Sen’an zêdetirî 300 salan berî Feqî Teyran, ji alî Ferîduddîn Ettar ve hatiye nivîsîn. Her çi qas  destan-çîroka Şêxê Sen’an ketibe zargotina Kurdan jî, ji ber ku Ettar berîya Feqî ew nivîsîye û wekî pirtûk belav kiriye, em ê li ser teorî û dîsîplînên wergerê û li ser etîk û berhemdarîya zanyarî û wêjekarîyê qebûl bikin ku destana Şêxê Sen’an, wekî jêderk, ne afiraneke Feqî ye ne jî destaneke ji zargotina Kurdan e; û ji ber ku Feqî medrese xwendiye û kêm zêde zana-nasyarê zimanê Farisî bûye, em ê karibin bi pêşqebûlekê bêjin; ne mimkun e ku haya Feqî wekî nivîskî ji berhema Ferîduddîn Ettar tunebe. Loma jî, wekî dongî, em dikarin bêjin; nivîsîna Şêxê Sen’an ya ji alî Feqîyê Teyran ve, çalakîyeke wergerandinê ye ku li ser rêbaz û teknîka “lêanînê (adaptaitonê)” û bi “hewespêkirinê” hatiye kirin. 

Tevî ku “Wek çîrokeke gelêrî em dizanin ku çîroka Bersîsê Abid ji dema Feqî kevintir e” (Karadeniz, 2015) Feqiyê Teyran çîroka Bersîsê Abid jî bi kurdîya kurmancî nivîsîye. Digel wê jî, Bersîsê Abid wekî “çîroka dînî” tê dîyarkirin ku “…ji destpêka Îslamê ve ye di civaka Îslamî de bi awayekî devkî hatiye gotin.” (İmamoğlu, 2016: 245) Hemin ku dîyar e ku çîroka Bersîsê Abid, bi awayekî ji awayan berîya Feqî hatiye gotin û çi di biwara dînî çi jî di biwara civakî de wekî çîrokeke gelêrî hatiye gotin, em ê bi hêsanî û bi paldana van agahîyan karibin bêjin; berdibetîyeke (îhtîmaleke) mezin e ku Feqî hem ji ber vegotinên gelêrî hem jî ji ber xwendinên xwe yên di medreseyê de ev çîrok wergirtiye. Û pê re jî çîrok bi rêbaza lênanînê (adaptationê) wergerandiye ser kurdîya kurmancî.

Li ser van palderan, em li ser wê fikrê ne; Her çend, Bersisê Abid, di jêderka xwe de wekî çîrokeke devkî tê xuyan, gava em ji roja îroyîn de bala xwe didin, dikarin bêjin; her çi qas wergera vegotinên devkî, wekî wergera roja îroyîn ne qebûl e jî, li ser agahîyên çavkanîyên çapkirî û weşandî, Bersîsê Abid, bi jêderka xwe ve ne vegotineke resen ya kurdan e.

Li ber ronahîya van agahî û pêzanînan, ji hêla rêbazên wergerê û ji hêla qayde û rêzikên zanista wergerê ve, bi awayekî zelal û aşkere li rastê ye ku Feqiyê Teyran, Şêxê Sen’anê nivîskî, li ser teknîk û rêbazên wergerandinê yên ‘wergera lêanînê (adaptation) û wergera hewespêanînê (qaydepêkirinê)’ anîye ser kurdîya kurmancî.

Her wisa, em ê bi balpêdaneke taybet vê jî bêjin; ev derava hanê, yanê wergêrîya Feqî, ji hêjatî û qîmeta Feqî tu tiştekî kêm nake, berevajîya wê; Feqî bi vê kirin û çalakîya xwe ve, rê li ber me û li ber wêjeya Kurdî vedike û wê rêyê berpêyî nav-dîsîplînîyê berfireh dike da ku em karibin wekî angaştekê bêjin, ‘wergêrê yekem yê wêjeya Kurdî Feqîyê Teyran e.’

Encam

Wisa dîyar e ku werger, wekî hengavekê (attempt), bi qasî dîroka mirovahîyê kevn e. Wekî çalakîyeke zimanî û çandî, werger hewlê dide kêmanî û tengasîyên ku di warê hevnasîn, hevpêwendî û ragihandinê de çêdibin, ji navê hilîne. Helbet, heta ku li ser rûyê erdê zimanên cuda hebin ku mirov bi wan diaxêvin, wê werger jî hebe û wekî çalakîyeke çandî, zimanî û ramanî jî wê bibe yek ji wan çalakîyên hevpar yên mirovan.

Di nava mirovan, gel û etnîsîteyan de, lihevparvekirinên çandî;

  1. a) di nava endamên heman çandê de bi awayekî çalakkirina rojane ya bi rêbaza çendbarekirinê,
  2. b) di nava endamên çandên ji hev cuda de, ji bo jihevfamkirin û hevnaskirinê bi rêya wergerandina devkî an jî nivîskî çêdibe.

Îro ro, pir hindik cî û beşên jiyanê mane ku em ê karibin bêjin, bêyî ku were wergerandin, bi awa û sirûştîya xwe ya destpêkî ve maye. Sedema wê jî, hevkartêkî û hevpêwendîya mirovan ya di dorgera dinyayî (world-wide) de ye ku ziman; wekî hilgirê çand û rabûnûrûniştina gelan (û kesan) û bi aktorîya xwe ya sereke ve dike ku em bibin nasyarên kirin, reftar û pêwendiyên mirovên ji derveyî sînorê çand û jîyana me.

Pêwendîya ku Feqîyê Teyran bi çîrok-destana Bersîsê Abid û Şêxê Sen’anê re danîye jî, pêwendîyeke bi vî rengî ye. Yanê, çîrok-destaneke ku bi qasî sê sed (300) sal berîya Feqîyê Teyran û ne bi zimanê wî hatibe nivîsîn, ew deqa nivîskî, êdî ji bo xwende û feqîyekî wekî Feqîyê Teyran ku bi awayekî nivîskî jî digihîje vegotinên heyî, deqeke dîtir e; deqeke bîyan e, deqeke ne ji zimanê wî ye. Loma jî, çarçoveya hînbûna Feqî ya vê çîrokê, diçe û tê xwe di “hînbûna bi xwendinê” de dadiçikilîne û tiştê ku ji Feqî re dimîne jî xwendin-hînbûna wê ya ji Farisî û nivîsîna wê ya wergerandina lêanînînê (adaptation) ye. Ev awa çalakîya wergerandinê ya ku Feqî bi cî anîye, di heman demê de ji bo wêjeya kurdî û dîsîplîna wergerê ya di kurdî de, dibe bingeheke dîrokî.

Digel van hemû agahîyan, xebat û lêkolînên li ser dîsîplîna ‘wêjeya danberhevîyê’ ku wê di siberojê û di biwara wergerê de bên kirin, wê nîşanî wêjeya kurdî bide; Feqî bi nivîsîna Bersîsê Abid û Şêxê Şen’an, dîsîplîneke taybet di nivîskarîya kurdî de daye destpêkirin û digel warên din, di vî warî de jî wekî avakar û pêşeng bi pêş de hatiye.     

Çavkanî

Açar Zafer û Delikaya Ömer (2022) Ji Nivîskîbûnê Berev Devkîbûnê: Feqîyê Teyran Di Vegêranên Gelêrî De (Di nava FEQÎNASÎ Mîrasa Feqîyê Teyran -1- de), Wan: Weşanxaneya Peywend

Adak Abdurrahman (2014) Destpêka Edebiyata Kurdî ya Kilasîk, İstanbul: Nûbihar Yayınları.

Alan Remezan (2019) Keşkûl, Stenbol: Weşanên Peywend- (Navê helbesta M. Akif (Ersoy), “Müslümanlık Nerede” ye. (2010 Safahat, (Neşre Hazırlayan: M. Ertuğrul Düzdağ), Ankara: TDV Yayınları, birinci basım)

Attâr Feridüddin (2006) Mantık Al-Tayr, İstanbul: İş Bankası Kültür Yayınları, birinci baskı.

Aydogan Mustafa (2001) Berê Gotin Hebû, Stenbol: Doz Basım-Yayın

Burke Peter û Hsia R. Po-chia (2010) Erken Modern Avrupa’da Kültürel Çeviri, İstanbul: İş Bankası Kültür Yayınları, (Çev. Ferit Burak Aydar)

Çetin Esma (2006) Dâmegânî’nin El-Vücûh Ve’n-Nezâir İsimli Eserindeki Metodu, Uludağ Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Temel İslam Bilimleri Anabilim Dalı Tefsir Bilim Dalı, Yüksek Lisans Tezi)

Cizîrî, Melayê (2010) Dîwan, İstanbul: Nûbihar Yayınları, çapa sêyem.

Ekici Armağan (2018) Yabancılaştırıcı Çeviri, Yerlileştirici Çeviri, Monografî Edebiyat Eleştirisi Dergisi, ISSN 2148-3442, 2018/9: 223

Gemi Ahmet (2016) Feriduddin Attar’ın Etkisinde Gelişen Gülşehrî Ve Feqiyê Teyran’ın Şeyh San‘an Hikâyelerinin Mukayesesi, Uluslararası Sosyal Araştırmalar Dergisi, Ağustos 2016, Cilt: 9 Sayı: 45

Göktürk Akşit (1994) Çeviri: Dillerin Dili, İstanbul: YKY Yayınları

Hawar (1998) Kovar- (1932-1943), Stockholm: Weşanên NÛDEM

Hêzil Samî & Zeraq Dilawer, Ferhenga Têrmên Wergerê, berhema neweşandî

İmamoğlu, İ. Sıddık, (2016) Büyük Dini Hikayeler, İstanbul: Osmanlı Yayınları Fatih Yayınevi, birinci baskı.

İslam Ansiklopedisi (2020), Ek cilt I, r; 436-439- https://islamansiklopedisi.org.tr/faki-yi-teyran

İştihardî Muhammed Muhammedî (2010) Berzah Âlemi (Ölüm Sonrası ve Kıyamet Sonrası Hayat), (Çev. Bülent Ayyıldız), İstanbul: Kevser Yayıncılık

Karadeniz Ali (2015) ‘Bersîsê Abid û Faust’, https://www.alikaradeniz.org/bersiseabid, (Daxistina Dawî: 21.10.2019).

Kitab-ı Mukaddes. Eski ve Yeni Ahit.: Kitab-ı Mukaddes Yay., İstanbul, 1974. 9. BAP 11

Kızıltan Rezzan (2000)  Tarihte Çeviri; -Antik Çağdan 19. Yüzyıl Sonuna Kadar Edebi Çeviri Kuramları -1 Antik Çağdan Barok Çağın Sonuna Kadar-, Ankara Üniversitesi Dil ve Tarih-Coğrafya Fakültesi Dergisi-Cilt: 40 Sayı: 1.2-2000, s, 76-77

Kurdo Qanat. (2010) Tarîxa Edebiyata Kurdî, Diyarbakır: Lis Yayınları.

Malmîsanij (2006) The Past and the Present of Book Publishing in Kurdish Language in Turkey. [Kitêba înternetî berdest e bi îngilîzî]: http://www.npage.org/IMG/pdf/Turkey.pdf -30 Gulan 2010

Modanî X. (2002) ‘Ziman û Nezaniya Kurdan’, Rojî Kurd (1913), (Werger û tîpguhêzî. A. Meretowar-C. Amedî-S. Azad Aslan), Îstenbol: Weşanên War, çapa yekem.

Modanî, X. (2002) “Hewar û Fîzar Misilmanî”, Rojî Kurd (1913), Îstenbol: Weşanên War, çapa yekem.

Munday Jeremy (2001) Introducing Translation Studies,  Routledge, London & New York-(raguhastin: Hêzil Samî (2024), Wergera Di Kurdî De, Teza Doktorayê ya çapnekirî)

Okuyan Sibel, 2012; 6) Çeviri Tarihinin Bugünün Bakış Açısıyla İncelenmesi-Sakarya Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü-Yayımlanmamış Yüksek Lisans Tezi

Öpengin Engin (2011) Bizava Wergerê di Kurmanciyê de, Werger û wergêran di kurmanciyê de: paşxane û hindek pirsên îroyî-(Daxistin:13-12-2023-17:15- https://wergerine.files.wordpress.com/2020/04/bizavawergeredikurmanciyedetranslat-1.pdf, r,1 )

Osimo Bruno : Manuale del traduttore. Guida pratica con glossario. Hoepli, Milano, 2011 (3a ed.)- (raguhastin: Raková, Zuzana (2016) ‘Çeviri Kuramları’, (Çev. Yusuf Polat), Ankara: Elektronik PDF-Çevirmen Yayını, https://digilib.phil.muni.cz/data/handle/11222.digilib/130676/monography.pdf, (Daxistin: 21.10.2019).

Öztürk Mustafa (2018) Çîrokên Werger Ên Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1870) Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi Sal: 4, Cild: 4, Hejmar: 8, 2018/2, r, 33-63

Raková Zuzana (2016) ‘Çeviri Kuramları’, (Çev. Yusuf Polat), Ankara: Elektronik PDF-Çevirmen Yayını, https://digilib.phil.muni.cz/data/handle/11222.digilib/130676/monography.pdf, (Daxistina dawî: 21.10.2019).

Resûl Îzzeddîn Mistefa (1998) ‘Feqiyê Teyran (Jîyan û Berhemên wî)’, Kovara War, hejmar 3, zivistan.

Ricoeur Poul (2008) Çeviri Üzerine, (Çev. Sündüz Öztürk Kasar), İstanbul: YKY, birinci basım.

Sadinî M.Xalid (2009) Feqiyê Teyran -Jiyan Berhem û Helbestên Wî-, İstanbul: Nûbihar, çapa sêyem a berfireh

Shuttleworth Mark & Cowie Moira (2014) Dictionary of Translation Studies, Published 2014 by Routledge 2 Park Square, Milton Park, Abingdon, Oxon OX14 4RN 711 Third Avenue, New York, NY 10017, USA

Taştan Yusuf (2019) Dîroka Wergerê Û Xebatên Wergera Kurdî-Zanîngeha Van Yüzüncü Yilê Enstîtuya Zimanên Zindî Makezanista Ziman Û Çanda Kurdî-Teza Lîsansa Bilind

Tîrêj (1979) Kovara Çandî û Pîşeyê, (4 hejmar)

Uygur Nermi (2001) Dilin Gücü, İstanbul: Yapı Kredi Yayınları, ikinci baskı.

Veled Bahaeddin Sultan, Maârif-İ Hazret-İ Sultan Veled, (raguhastin; Anbarcıoğlu Meliha Ülker-www.semazen.net)

Xeznedar Maruf (2010) Mêjûwî Edebî Kurdî, Hewlêr: Aras Press, c. 2, s. 205-286.

Yazıcı Mine (2005) Çeviribilim Temel Kavram ve Kuramları, Multilingual yayınları, İstanbul

Yıldırımçakar Ziyattin (2016) Werger Wek Kirineke Çandî -Li Ser Riyên Ji Wergernasiyê Ber Bi Kurdolojiyê Ve - Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstituya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî -Teza Masterê ya çapnekirî

Yıldız Ayhan (2020) Tevgera Wergera Kurmancî li Sûrî û Tirkîyeyê, Nûbihar Akademî, Jimar 13, Sal 7

Zeraq Dilawer (2022) Rengê Hebûnê, Dîyarbekir: Weşanên Lîs

* Me dest nedaye rastnivîsîna çavkanîyan.