Rêwîtîya Kurdên Dêrsimê ya Ber Bi Amerîkayê
Makale / Mahmut Nayır


kockirin2
Koç, bi tena serê xwe nabe armanc, kesên dixwazin koç bikin ne tenê ji bo daxwaza koçkirinê ciyê xwe diguherin, armanc; ji pêşveçûna hinek bajaran di aliyê ekonomîk û bazirganî de para xwe standine. Para xwe standin ji hilberîna bajêr û hêviya jiyanek xweştir, destekê dide pêvajoya şûn û war bûnê. (1)

 Koç çi ye? Ji ber şer, nexweşî, qeyrana ekonomîk, aloziya siyasî, xerabbûna aramiya civakê û wek sebebên wiha de bi malbatî an jî bi civakî barkirin û dûrketina herêm an welat. Pey re çûyîna herêmek an welatek nû re koç an jî koçberî tê gotin. Dabeşî dudan dibe. Koçên navxweyî, koçên derveyî.  

Sebebên koçên navxweyî

-Li çolteriyê zêdebûna nifusa mirovan û têrnekirina pag, zevî, bax û bostanan

-Bihurandina demsalên bi zuwayî

-Çandinî û cotyariyê de derketina makînayên modern

-Li bajarên mezin derketina derfetên tendurustî, sosyal û zêdebûna îmkan û derfetên şixul

Sebebên koçên derveyî

-Eger civak di nav şerek mezin de be

-Ji ber sebebên qeyranek mezin ên debara însanan de

-Sebebên ji ber tofan û afad, siyasî, olî, sosyolojîk û çandî

-Di welat de tunebûna derfetan, aramî û wekhevî yê

-Vexwendina hinek dewletan bo mirovên din, li ser navê guherîna çandiniyan (2)

Hevcedariya Karkeran a Dewleta Amerîkayê

Di çaryeka sedsala 18an de Amerîka wek dewletek bijare di aliyê gewherên xwezayî, erdnîgariyek berfireh û demek kin de di her alî de bi hewldan û xebatên mezîn aramiyek êxistibûn nav civakê de. Ji ber vê yêkê mirovên derveyî ku di şert û mercên xerab de dijiyan, bi xeyala jiyanek xweş û dewlemend qefle-qefle xwe digihandin Amerîkayê. Destpêka salên 19an de di aliyê şixulkarîyê de pediviyek mezin bi karkeran hebû. Amerîka bi taybetî di van salan de ji bo pêşvebirina ekonomî û binesaziya welatê xwe di nav hewldanek berfireh de bû. Ji ber ku di aliyê nifus de kesên di kar û şixulê giran de bixebite hindik bû, Amerîka neçar mabû û ji welatên dûr ên paşvemayî daxwaza karkeran kir.

Di navbera Amerîka û dewleta Osmanî de destpêka salên 1800an de peymanên bazirganî tên çêkirin. Di sala 1820an de li ser erdê Osmanî xebatên mîsyonerî dest pê dike û heta 1900an didome. Amerîkayê, xebatên xwe yên mîsyonerî li gelek deverên Anatolê bi rê ve dibin lê bi taybetî deverên ku gelên xrîstiyan û Cihu diman berdewam dikirin. Herî pirtir berê xwe dan bajarên ku gelê Ermenî diman û li bajarên wek Sêwaz, Xarpêt, Erziromê konsûlxaneyên xwe vekirin. Navên bajarên ku xebatên mîsyonerî dikirin ew bûn; Îzmîr, Beyrud, Stembol, Entab, Merzîfon, Edene, Riha, Mereş, Diyarbekir, Xarpêt, Sêwaz, Erzirom, Wan, Tarsus. Li van bajaran Ermenîyan re dibistan, kolej, nexweşxane û dêr çêkirine û ji bo ku ji wan hinekan bibin Amerîkayê di nav hewldanan de bûne. Di dibistan û kolejan de bi zimanê Îngilizî perwerdeyî didan. Pêdiviya wan ji kesên şareza û jêhatî re hebû. Gelên Ermenî û Cihu di karên zenaat û rêncberiyê de gelek serkeftîbûn. (3)

Li Hember Koçberiyê Rewşa Dewleta Osmanî

Welatên Ewrupî di sedsalên 16, 17, 18an de di qadên civakî, leşkerî û ekonomîk de guherînên gelek mezin pêkanîn. Li gel wê, dewleta Osmanî li hember van pêşketinan gelek lawaz û şûnde mabû. Sebeba şûndemayinê ne tenê ekonomîk bû. Ewrupî, li pey tevgerên mezin ên Reform û Ronesansê pişt re di aliyê zanyarî û teknolojiyê de pêşketinên girîng dest xistibûn. Di heman salan de Osmanî, di aliyê zanyarî, perwerdeyî, hunêr û civakî de qet reformek û guherînek çê nekiribû. Tiştê herê girîng jî, ji şoreşa endûstriyê ya Ewrupî gelek şûnde mabû. Di wan salan de serhildanên navxweyî û şerên li hember dewletan ku qet dawî li wan nedihat bûbû sebeba qeyrana ekonomiya Osmanî. Di salên 1850-60an de li seranserê welêt hejmara dukan, dezgeh û atolyeyên sanayîyê her diçû kêm dibûn û dihatin girtin.(4)

Piştî şerên sedsalî Dewleta Osmanî ketibû nav alozî û lawaziyek mezin de. Arteş xerab bûbû, piraniya qişleyan serî hildabûn. Seray ketibû nav pevçûnên malbatî û Seranserê welêt di nava qeyrana mezin a ekonomîk de bû. Piştî vê rewşê Padîşahan, razemeniyên mirî yên wek Qişleya Selîmiye, Seraya Dolmabaxçe, Qesra Beykoz, Mizgefta Mecîdiye, Mizgefta Teşvîkiye bi deynên ji derve hatibû standin dabûn çêkirin. Piştî şerê Ûris ê Qirim de welat ketibû nav boçûnên derasayî û qeyranek mezin pêk hatibû. Padîşah Evdilmecîd ji ber neçariyê peyman çêkir bo deyndariya derve (1854). Ji bo ku li hember Uris şer bike, dewleta Îngiliz û Frensî biryara piştgirîya bo deyndariyê dabû Osmanî. (5)

Di vê pêvajoyê de deynên dewletê yên derve her diçû zêdetir dibû û di aliyê leşkerî, siyasî û ekonomîk de hilweşîn pêk hat. Êdî dewletên biyanî yên Emperyal dikaribûn hemû armanc û daxwazên xwe bi awayek rehet li ser erdê Osmanî pêk bînin.

Sedsala 19an de Li Herêma Dêrsim Rewşa Kurdan û Ermeniyan

Di dest pêka salên 1800an de di nav mîrektiyên kurdan ên Baban, Soran, Botan hişmendiya neteweperestiyê pêş dikeve. Li pey vê rewşê mîrên Kurd dixwazin bi temamî ji bin hukma Osmaniyan xwe xilas bikin û azad bijîn, dikevin nav şerên giran de. Lê mixabin ser nakevin, parçe dibin û hildiweşin. Şerê herî mezin ê dawî di navbera dewleta Osmanî û mîrektiya Botan de çêbû û 1847an hilweşîna mîrektiya Kurdan pêk hat. Dewleta Osmanî bi reformên Tanzîmatê serdestiya xwe ya navendî xurt kiribû û êdî bi tevahî hêz di destê Padîşah de bû. Biryara belavkirina mîrektiyan derdorên dewlemend û bûrokratên Ermenî û Ruman gelek kêfxweş kiribû. Lê tiştek hebû ku li pey tunebûna mîrektiyan li wan erdan bêserî û valayiyek mezin çêbûbû. Cihê ku ji mîran vala mabûn began, axayan û şêxan lê hukim kirin.

Di salên 1850an de li Rojhilatê Dêrsim, Quzîcanê hukma begîtiya Şah Hûseyînan serdest bû. Bi gelemperî pêwendiyên di navbera Şah Hûseyîn Beg û Osmaniyan xweş derbas dibû, lê carna navbera wan xerab dibû û diketin nav şer û pevçûnan de. Di van salên tevlihev de Şah Hûseyîn Beg tê girtin û wî sirgunî Balkanan-Vîdînê dikin. Paşê ji wê derê direvî tê herêmê. Piştî çend salan 1863an de dimire û di şûna wî de lawê wî Alî Beg tê ser hukim. Alî Beg dixwaze wek bavê xwe, xwe bi hêz û qewet nîşan bide lê nikarî, di dawiyê li hember Osmanî ser nakeve û dikeve bin hukma wan. (6)

Begîtiya malbata Şah Hûseyînan, piştî serdestiya çend begên din heta 1890an didome û paşê qels dibin û bi temamî dikevin bin hukma Osmaniyan. Di heman salan de li derdora Gêxîyê begîtiya Temranê jî bi temamî girêdayî Osmaniyan bûn û gelek salan hukma xwe li ser gelên herêmê kirin. Li pey reform û biryarên dewra Tanzîmatê, dawî li begîtiya Temranê jî hatibû.

Li naverasta Dêrsimê di nav eşîrên Kurmanc û Dimilî de jiyanek xweser û otonom hebû, eşîran hukma tu kesî qebûl nedikirin. Ji ber vê yêkê navbera wan û dewleta Osmanî ne xweş bû ew bûbû sebeba şerên dijwar û bêdawî. Li seranserê herêma Dêrsim Kurd û Ermenî her çiqas baweriyan wan cuda bin jî, bê pirsgirek bi hevre dijîyan. Kurdên herêmê piraniya wan girêdayî baweriya Rêya Heq, Elewî bûn. Di navbera herdû baweriyan de qet pirsgirek çênedibûn. Dostanîyek bi sedan salan çêbûbû di navbera herdû gelan de. Kurdan dema berhemên xwe yên wek to, rûn, toraq, penîr berhev dikirin dibirin difirotin cîranên xwe yên Ermenî. Heman demî de heywanên biçûk, mezin jî difirotin wan. Di hember wan de ji Ermeniyan tiştên, amûrên wek; bêr, tevir, bivir, kulbik, das, qirim, sîtil, beroş, qerxane danberhev dikirin. Kurdên koçer pirtir keriyên mezin ên pez  xwedî dikirin. Kurdên bi temamî binecih jî heywan xwedî dikirin û ji çandiniyê re jî mijûl dibûn. Li vê herêma qedera Kurdan û Ermeniyan wek hev bû. Her du millet di bin wergu, talan û zilma Osmaniyan de jar û pêrîşan bûn. Di heman demî de zilm û zordariya beg û axan jî zef bû li ser wan. Ji ber şidandin û çewsandinên wan neçar û pêrîşan mabûn.        

Di nav gelên ne misilman de Ermeniyan xwe di gelek aliyê de pêş de biribûn. Di qada bankerî, sanayî û bazîrganiyê de xwedî soz û biryaran bûbûn. Di heman herêman de ji ber ku adet û kevneşopiyên wan nêzikî hev bûn wan û Tirkan zû li hev kiribûn, her wiha baweriyên wan ên civakî jî bi hev re xurt bûbû. Di nav bûrokrasiya Osmanî de gelek cihên girîng bi dest xistibûn û gelekên wan dewlemend bûn. Ji bûrokratên dewletê bigire heta gundiyên rencber gelek kes bûbûn deyndarê wan. Lekolîner Vîladîmîr Mayewsky, derheqê Ermeniyan de lêkolînan dike û di pirtûka xwe de wiha dibêje;Ermenî, rewşa wan a sosyalî ne wek hev di dû beşan de li bajar û gundan dijîn. Her cure karên bazirganiyê û li gundan rencberiyê dikin. Ermenî tevahî civakek jêhatî û xebatkar in. (7)

Rewşa Ermeniyên li bajarên mezin ên wek Stembol dijiyan wiha bû lewra ji bo Ermeniyên li herêma Dêrsim û herêmên din dijiyan rewş ne wiha bû. Ermenî, li rojhilatê Împaratoriyê bi hejmarek zêde tevli Kurdan li herêma Dêrsim dijiyan. Di jiyana rojane de karên bazirganî û zenaatkariyê dikirin. Wek mînakên;Zêrkerî, zîvkerî, hêsinkarî, necarî, çêkirina xaniyan û aşan re mijul bûne. Hinek ji wan jî karê cotyarî û rencberiyê dikirin.

Rêwîtiya Ber bi Amerîkayê

Koça ber bi Amerîkayê ya ji Dewleta Osmanî, cara pêşin di sala 1860an de dest pê kiriye. Ji wan salan pê de Amerîka û çend dewletên Ewrupî li herêma Dêrsim û li bajarên Xarpêt, Çewlig, Meletî, Diyarbekir dest bi xebatên mîsyoneriyê kiribûn. Ji ber vê yêkê koça herî pêş ji van bajaran û di nav Ermeniyên ku di dibistanên mîsyonerî de perwerdeyî dîtibû hatîbûn hilbijartin. Dibistana mîsyoneriyê ya Xarpêtê ne tenê ji Ermeniyan re ji gelên din ên misilman re jî alîkar dibûn û rê nîşanî wan dikirin. Piştî wan salan ref bi ref koç berdewam kir. Di wan salan de kesên diçin li wê derê dixebitin rastî gelek zehmetiyan dihatin lê ji ber ku şixul zef û pereyên digirtin ji bo memleket zêde bû gelek şanaz dibûn. Ermeniyên ku bi qefla pêşî çûbûn piştî du an sê salan ji malbatên xwe re gelek pere şandibûn.  

Li herêma Rojhilatê Dêrsim, Ermeniyên ku çûbûn Amerîka herî zêde ji gundên Gêxîyê û ji derdorê bûn. Gundên Kurdan û yên Ermeniyan li cem hev bûn an jî di nav gundekî mezin de nav hev de dijîyan. Ji ber ku dostanîya wan û Kurdên Gêxîyê bi hev re gelek xurt bûn, bi rênîşandana wan li pey çend salên din rêya Amerîkayê ji Kurdên Gêxîyê re jî ve dibe. Koça herî qelebelix di sala 1890an de çêdibe. Êdî ne tenê Ermenî û Cihuyan, ji nav gelên misilmanan jî gelek kes ji gundên xwe derdiketin û ber bi Amerîkayê ve diçûn.

Rêwîtiya Kurdên gundên Gêxîyê cara pêşîn di sala 1905an de dest pê dike û bi sedan kes dikevin ser rê. Rêwîtiya duyem a koçberan di sala 1912an de, rêwîtiya sêyem jî di sala 1928 an de ye û berê xwe didin Amerîkayê. Di wan salan de nêzikî 40 hezar mirovên civan xwe gihandinê cîhana nû. Piraniya van kesan ciwan û derdora salên 20, 25an de bûn, bi zewac bûn û jinê xwe bi xwe re nedibirin. Yên azêb ji hebûn di nav wan de. Ji sedî nodê wan bê wesif bûn û bi karên rêncberî, baxçevanî, cotyarî û xwedîkirina heywanan re mijul bûn. Ji ber ku dewleta Osmanî û dewletên cîran ên kolonyalîst bi salan û bê navber di şer de bûn, êdî dewlet di her alî de ber bi xurufandinê ve çûbû.

Derbasbûna havînên bi hişkesalî, êrîşa qimilan li ser zad û dexlan, zivistanên dirêj û dijwar milet neçar û perîşan hiştibû. Nifus her diçû zêde dibû, ciwan bê îş û bê kar bûn. Gelek kesan nedikarî îdara malê bike, ji ber vê yêkê birçîtiyê dest pê kiribû. Ji ber bêçarebûniyê heçî heywan û eraziyên xwe hebûn difirotin û beranberê wê çend barê qatirê genim an ceh dikiriyan. Ji derdora gundên Gêxîyê di wan salan de hinek kes çûbûn bajarê Stembol û di karên giran ên wek hemalî, dergevanî, karkerî û baxçevanî dikirin. Çûyina Amerîkayê bo şixul ji bo wan firsendek mezin bû û bi nezanî û cesaretek mezin xwe amade kiribûn.

Ji bo çûyinê sê rê hebû. Lîmana Mêrsînê, Lîmana Semsunê û Lîmana Trebzonê. Ji bo Kurdên gundên Gêxîyê Trebzon, lîmana herî nêzik bû. Wê çaxê vesait tunebû, lewma rê çiqas dûr be jî diviya bi peya biçûna. Roja çûyînê sibê zû diketin ser rê. Ji ber ku rêya wan gelek dûr û bi peya diçûn tiştên giran ji xwe re nedikirin bar. Hinek gundiyan bi dahul, zirneyan û bi kêfxweşî ew oxir dikirin. Bi alîkariya meqqâre yan li qatiran siwar dibûn û berê xwe didan Pilamorîyê. Lê mixabin li wan çiyayên asê û bilind gelek serpêhatiyên bi xetere ji serê wan derbas dibû. Di sala 1928an di vê koça dawî de bûyerek wiha çêbûbû. Nêzikî bîst kesên ji gundên Gêxîyê digihên hev û li qantiran siwarî jî gundê Xolxolê derbas dibin û hildikişîn ber çiyayê Silbûsê ku derdora bilindiya wê derê nêzikî 3000 m hebû. Pey re berê xwe didan daristana Sêvdînê û diviya bû ji wir derbas bibin. Daristan pir mezin û bi dar, şitl û xinêş bû. Ji ber vê yêkê di nav de heywanên hov, çete û rêbir zef bûn. Li vir rêbir pêşiyê li wan dibirin. Zêr, zîv û xişirên bi qîmet ji ser wan digirin û mixabin rêwiyekê jî li wir dikujn. Yên mayî bi zorê canê xwe xilas dikin û bi tirs û xof xwe xurtî digihînin Pilamorîyê. Pişt re diherin Erzinganê û ji wê derê berê xwe didan Kelkîd û Gumuşxaneyê û pey rê li pey du rojên xerab û dijwar diçûn Trebzonê. Li lîmana Trebzonê keştîyên Fransayê yên ku findiq, gûz, titun, fasulî, zad û çermên heywanan bar dikirin dibirin lîmana Marsîlyayê siwar dibûn û li ser Behra Reş çar roj derbas dikirin. Piştî rêwîtiyê dihatin Stembolê. Pey sekna çend rojên Stembolê, karên xwe yên pasportê û ji bo rê haziriya xwe dikirin û keştî dîsa diket ser rê, piştî çend rojan digîhiştin lîmana Marsîlyayê. Li bajarê Marsîlyayê heta mehekê diman benda keştiya ji New Yorkê were. Keştî Transatlantîc Companya Fransayê bû. Gelek Kurdên derdora Gêxîyê xwendin û nivîsandina wan tunebûn û piraniya wan ji xeynî gundên xwe deverek nedizanî bûn. Ewên ku nas û dostên wan ên Ermenî yên ku beriya wan çûbûn Amerîkayê, ji bo ku rêwîtiya wan rehet derbas be, bi rêya postê ji wan re bilêt û hinek dolar dişandin. Hinek ji wan yên ku pereyên xwe tunebûn jî, li Marsîlya yê di îş û karên restoran, cafe û otelan de dişuxulîn. Piştî berhevkirina pereyan ji xwe re li wir bilêt digirtin. Dema keştî dihat lê siwar dibûn û diketin ser rêya dûr.

Di keştiyê de sê beş hebûn. Beşa yekemîn de gelek kêm rêwî diman, kesên beşa duyemîn de diman bi şans bûn, dema digîhiştin gravê hekîm dihatin kontrola wan di keştiyê de dikirin. Rêwiyên di beşa sêyêmîn de diman zarok, jin, mêr hemu tevlihev û bi awayek qelebelix di şert û mercên xirab de diman. Xwediyên keştiyan zêdetir kara xwe liser wan pêk dianî. Avdestxane kêm bûn û gemar bûn. Bîna xwarinên ji aşxanê û ya pîsî ya mirovan tevlihev dibû û serê mirovan gêj dikir. Di nav xwarinên wan de zêdetir masiyê rînga derdiket û herkesî nedikarî bixwe. Derbaskirina deryaya Atlantîkê ji bo wan însanan ezmunek bi zehmet bû. Gelek rêwî ji ber hewa deryayê vedireşiyan û nexweş diketin. Gelek ji wan jî ji ber bêçaretiyê her digiriyan.(8)

Li pey 28 rojên bi zor û zehmet, digihiştin ber qeraxa bajarê New Yorkê. Li nêzikî bajêr girava Ellîsê ew kom dikirin û kontrolên wan ên di aliyê tendurustiyê dikirin. Ew girava ji bo wan wek Îstasyon an kampek bû. Ji wan re ji bo derbasbûna Amerîkayê wek Pira Siratê bû. Heçî yên saxlem derdiketin qeydên wanê kesayetiyê û ji bo qebulkirina Amerîkayê çêdikirin.

Lijneya tendurustiyê zêdetir li ser nexweşiya çavan a Trahomê disekiniyan. Eger nav wan de kesên Trahom û nexweşiyên din hebûna qeydên wan çênedikirin û ew şûn de dişandin. Di nav rêwiyan de gelek kes ji ber rewşa xirab a keştiyê de nexweşiya Tûberkûlozê ketibûn. Di nav wan kesan de gelek ji wan pereyên wan tunebû, pasportan de kêmasî derdiket, xwendin û nivîsandina wan tûne bû, zimanê biyanî nedizanîbûn, kesên qaçax hebûn, hinek nexweş derdiketin, kesên wanê nas tunebûn. Di wan rojan de li girava Ellîsê qelebelixek zêde hebû. Polês û peywirdarên wê derê qure bûn, ji koçberan re ne kubar û ne nazik bûn, her qêr û def didan wan. Li pey derbaskirina kontrola tendurustiyê, departmana lêpirsînê dest pê dikir. Li vê derê navên koçberan ji ber ku paşnavên wan tunebûn li ser navê bavan an jî bapîran dihat nivîsîn. Mînak; Hussein Alli, Hassan Souliman, Huder Mehmed. Carna karmendên qeyda wan çêdikirin navên wan bi baş nedibihîstin û nav xelet dinivîsandin. Dema wan xeletî dikirin koçberan ji bo ku karên wan rast biçe ji tirsan re nedikarîn dengê xwe hil bikin. Gelek kesên misilman xwe wek xrîstiyan û navên xe yên erebî jî diguherandin. Mînak; Billy Ahmed, George Mehmed, Frank Ally, Jesse Jamal. Koçberên ne misilman ên wek Ermenî, Suryanî, Rum, Cihu li ser navê nijad û baweriyên wan dihatin nivîsîn. Koçberên Kurdên Dêrsimê, ji baweriya Rêya Heq bûn û netewa wan jî cuda bû lê dîsa jî di aliyê karmendên Amerîkî wek kesên misilman û ji nijada Asyayê qeyd dikirin. Hingê gelê Amerîkî miletên misilman ên ku di nav dewleta Osmanîde dijiyan tevahî wek Tirk û misilman dizanîbûn. Lê ev rewş di salên dawî yê di 1923an de hat guherandin. Gelek Erebên Surî, Lubnan û Filistînî ji dewleta Osmanî veqetiyabûn û êdî navên wan li ser navê netewa wan dihatin qeydkirin.

Hinek koçberên bi eslê xwe Tirk ji bo ku bi awayek rehet û bê teşxele bikevin Amerîka yê û pişt re li wê derê rehet bijîn navên xwe bi navên biyanî guherîne. Hinekan jî xwe wek Ermenî nîşan dane.(9)

Li Eyalet û Bajarên Amerîkayê Rewşa Koçberan

Li pey derbaskirina kontrol û lêpirsînên girava Ellîsê koçber hemû li ferîbotên ber qeraxa giravê siwar dibûn diçûn bajarê New Yorkê. Piraniya wan li wir ba nas û dostên xwe diman û yên din jî diçûn cem hevalên xwe yên bajarên nêzik. Kurdên ji derdora Gêxîyê jî diçûn eyaletên New York, Îllînoîs, Calîforniya, Florîda û bajarên wek Boston, Chîcago, Detroit , Mîchîgan û Cleveland. Li van bajaran endûstrî gelek pêşketibû, kargehên hesin û pola, çerman û gewherên binê erdê zef bûn. Koçberên Kurd ji ber ku ji karê bazirganiyê fam nedikirin û ji destê wan karên zenaatê nedihat, bêçare zêdetir di van kargehan de di karên herê giran ên wek di binê erdê de gewher derxistin, tûnel kolan, kargehên çerman, kargehên otomobîlan, kargehên hêsin û pola de, avakirina rêya trênê de dixebitiyan. Nêzikî 7000 karkerên ji bajarê Xarpêtê hatibûn, li Detroitê di kargeha Fordê de dixebitiyan. Ji wan hinekan jî karê rençberiyê, qehvexane û baxçevaniyê dikirin. Koçberan li van bajarên mezin nêzikî kargehên xwe ji xwe re xanî kirê dikirin û bi hev re rûdiniştin. Lazimî û hevcedariyên xwe nav hev de hevpar dikirin. Xwarinên xwe di mal de çêdikirin û dikirin rêzê de, her car yekî xwarin çêdikir. Dema xanî kirê kiribûn bi hembajariyên xwe re rûdiniştin. Mînak; bajariyên Xarpêtê, bajariyên Sêwazê, bajariyên Dêrsimê, bajariyên Erzinganê, bajariyên Diyarbekirê bi hev re bûn. Di kolana ku tê de rûdiniştin gelek netewên wek Cihu, Ermenî, Rum, Tirk, Ereb, Ernawud û Yewnan jî hebûn. Taxa lê rûdiniştin de Cihu, Rum û Ermeniyên koçber dikanên wek beqal, qesab, cafe, restoran, pastaxane û qehwexane vekiri bûn. Piştî ji kar dihatin an jî di rojên betlane de diçûn qehwexaneyê. Bi tevlî mûsîqa ji gramafonê derdiket, tewle û îskambîl dilîstin, çay, qehwe an nargîle ya xwe vedixwarin. Li pey sohbetek xweş vedigerîn malên xwe an jî diçûn seyranê demên xwe bi kêf derbas dikirin.

Qehwexanê ji wan re dibû wek ciyek postaxanê jî. Çimku ew der bûbû navnîşana têlgrafên ku ji malbat û hezkiriyên wan dihatin. Di meseleya zewacê de Kurdên koçber ên azeb, piraniya wan nedixwestin li Amerîkayê bi jinên biyanî re bizewicin. Piraniya Kurdên misilman jinên biyanî wek gawir didîtin û qet nedixwestin bi wan re bizewicin. Di nav Kurdên derdora Gêxîyê hinek kes ji ber ku di baweriya Rêya Heq de bûn, di vî alî de ji bo wan pirsgirek tunebû, li wir zewicîbûn û mala xwe li wê derê danîbûn. Koçberên ku xwedî baweriya misilmaniyê bûn aliyê xwarin û vexwarinan de di rojên dest pêkê de gelek zexmetî kişandibûn. Lê Cihuyên qesab ev xizmeta girtibûn destê xwe û di mandirayên xwe de ji wan re heywanên helal xwedî dikirin û serjê dikirin.

Koçberên Ermenî yên ku çûbûn Amerîkayê û li vir cîh bûbûn, gelek ji wan piştî çend salan bûbûn esnafê biçûk, tucar û xwedî pîşeyek. Ji bo ku nas û xizmên xwe ji welat bi awayek rehet bînin acenteyên bilêt firotinê vekiribûn. Bi wî awayî di nav hemnijadên xwe de gelek kara wan jî çêdibû. Hinek kesên koçber, dikanên biçûk vedikirin û tê de mast û savar û xwarinên ji çanda Ermeniyan jî difirotin. Cîhên ku karkerên Ermenî zef bûn li wir restoran, qehvexane, pansiyon vedikirin. Karên herî zêde pê mijûl dibûn ev bûn: Porbirîn, goşkarî, zêrkerî, dirûn- kerî, bazirganiya xalî û berikan û pîşeyên cûrbecûr bûn. (10)

Şert û mercên karkerên di kargehan de dixebitiyan zef giran bû. Wan ji ber ku bi zimanê Îngilizî nedizanîbûn û ne karkerên hoste bûn di şixulê herî giran de dixebitîn. Bi taybetî li Detroîtê karkerên Tirk û Kurdan ên ku di kargeha otomobîla Fordê de dixebitîn bi temamî di nav jiyanek wek dojeh de bûn. Hingê ji ber tunebûna teknîka îro, dema karkerek diket ocaxa pola yê li hember agir deqekê zêdetir nedikarî bisekine. Di her ketina ocaxê de kurtekek diguherand, bi vî halî dojeha li ser dinyayê bi ceribandinên xwe hîn dibû. Di kargehê de yên 10-15 saet dixebitîn hebûn. Zefên wan bi şev dixebitiyan bi roj radiketin. Ji ber vê yêkê roj nedîtina yên bişev dixebitîn êdî bûbû tiştek asayî. Nexweşiyên gelek giran çêdibûn ên di karkerên endûstriya kîmya û titunê de dixebitiyan de. Pereyên digirtin li gor karkerên Ewrupî zêdetir bû. Lê karker wek robotan lê hatibûn û êdî ew pereyên zêde jî tama jiyanek bextewar nedida wan. (11)

Karkerên ku di wan şert û mercên giran û gemar de dixebitiyan, piraniya wan raste nexweşiyên giran û bêderman dihatin. Kargeh û atolyeyên çerman, boyaxan, otmobîlan, hesin û polan, di binê erdê de kolana gewheran an jî tunelên bê hewa, tarî û bi radyasyon û tozên kîmyewî bûn. Saetên şixul gelek dirêj bûn, 10-15 saet di tariyê de dixebitîn. Gelek kes ên civan mixabin nedikarîn li hember van şert û mercan bixebitin, ketin nexweşiyên giran û wefat kirin.

Ji welatê xwe û ji hezkiriyên xwe gelek dûr, bajarên xerîbiyê ku lê diman ew binax kirin û gorên wan li wir in. Li hember vê rewşa xirab karkerên reben dîsa jî bi eşq û bi hêvî dişuxulîn. Gelek xizmet û feydeya wan, him ji welatê biyanî re û him jî ji bo welatê wan çêdibû. Wek mînakek;

Karkerên ji Xarpêtê hatibûn Amerîkayê li bajarê Peabodyê klûbek bo hevgirtina welêt vedikin û li ser navê klûbê gelek pere berhev dikin. Bi vî perê ji bo Xarpêtê cihazek bo hilmjînê dikirin. Ev cara pêşî ye bo welat tiştek wiha çê dibe. Yên vê cîhazê dişînin dibêjin ev ne tenê makîneyek bû, di heman demî de ev peyamek bû. Me ji welatiyên xwe re got; ‘Me hûn ji bîr nekirin, hûn jî me ji bîr nekin.(12)

Bi destpêkirina şerê cîhanê ya yekem pêwendiyên di navbera dewleta Osmanî û Amerîkayê xirab bûbû. Ji ber vê sebebê rewşa koçberên bi nasnameya Osmanî jî her diçû xirabtir dibû. Dewleta Amerîka êdî bi çavekî neyînî û bedbînî li wan dinêriya. Di wan salan de gelek kesan biryar da û vegeriya. Di nav koçberên çûbûn Amerîkayê de Ermeniyan, Cihuyan û Ruman qet ne dixwestin şûnde vegerin, daxwaza wan bi temamî mayîna Amerîkayê bû. Zefê wan xwedî kargeh, maxeze û atolyeyên mezin bûn. Zengîn bûn û ew der ji wan re wek bihûşta ser dinê bû. Ne dixwestin vegerin ser erdê Osmanî û bikevin nav şer û geremolê de. Lê wek hinek miletên belengaz Kurdan jî qet ne dixwest li Amerîkayê bimînin û şûn û war bibin. Her tim bi hesreta welatê xwe, malbatên xwe û nas û dostên xwe diman. Dixwestin li vî welatê biyanî her bişuxulin, pereyek zêde berhev bikin da ku vegerin welatê xwe malbatên xwe ji bin deynan, birçîtiyê û pêrîşaniyê xilas bikin. Li pey 20-30 salên derbaskirina vî welatê xerîb, bi dawî bûna şer û pevçûnan û pey re ava bûna komara Cumhuriyetê êdî dema vegera wan jî hatibû.

Li vî welatê biyanî her yekê ji wan nêzî 30 sal ji emrê xwe, ji civantiya xwe rojên teng û dijwar derbas kiribûn. Xizmet û feydayek gelek bêhempa gîhiştibû vî welatê biyanî. Ew welat di her alî de ji tunetiyê ava kiribûn û pêşve biribûn. Di pêşde çûyîn, xurt bûn, dewlemend bûyîna vî welatî de xûdana eniya wan, keda wan zef girîng bû. Ne dewletê, ne saziyeke û ne jî kompaniyek ji bo oxirkirina wan pîrozbayiyek amade nekiribûn. Bêdeng, bêkes û sêwî hatibûn û dîsa bi vî halî vegera welatê xwe dikirin. Dest bi amadeyiyên çûyîna welat dikirin û keştiyên Transatlantîk ên Îngiliz siwar dibûn. Ji Amerîkayê berê xwe didan Îngiliztanê û li pey gelek zexmetiyan digîhan Londonê. Li banqa yên Îngilisan dolarên xwe vediguhestin zêrên Osmanî û paşê dîsa rêwîtî dest pê dikir. Li ser Cebelîtariq, Marsîlya û pişt re digihişt lîmana Topxaneya Stembol. Li pey mayîna çend rojên Stembol, keştiyên bar ên Fransaye dihatin û li wan siwar dibûn diçûn lîmana Trebzonê û ji wir bi saxî, silametî xwe digihandin nav malbatên xwe.

ÇAVKANÎ

  1. Ravenstein, Ernst Georg, Erdnîgar û kartograf ê Alman.
  2. göçmenbüro. com
  3. Akın, Yard. Doç. Veysi, Amerikada İlk Türk Lobisi
  4. Geyikoğlu, Prof. Dr. V. Necla, Osmanlı Ekonomisi Neden Sanayileşemedi
  5. Tokgöz, Prof. Dr. Erdinç, 19. Yüzyılda Osmanlı Ekonomisi
  6. Kalman, M, 1995, Belge ve Tanıklıklarıyla Dersim Direnişleri, 1995, Nûjen Yayınları, İstanbul
  7. Akter, Dr. Ahmet, Ermenilerin Amerikaya Göç Etme Nedenleri
  8. Bali, N. Rıfat, 2004, Anadoludan Yeni Dünyaya/Amerikaya İlk Göç Eden Türklerin Yaşam Öyküleri, 2004, İletişim Yayınları, İstanbul
  9. Acehan, Dr. Işıl, 2005, A. B. Dye Göç Eden İlk Türklerin Kültür ve Kimlik Sorunu, Kebikeç/20, 2005
  10. Bali, N. Rıfat, 2004, Anadoludan Yeni Dünyaya/Amerikaya İlk Göç Eden Türklerin Yaşam Öyküleri, 2004, İletişim Yayınları, İstanbul
  11. Sertel, Sabiha, 1969, Roman Gibi 1919-1950, Anı Yayınları, İstanbul, 1969
  12. Acehan, Dr. Işıl, 2021, Unutulmuş bir hikâye:Amerikada ilk göçmen Türkler, Fikir Turu, 2021