Ji Edebîyata Kurdên Swêdê: Trîlojîya Mehmed Dehsiwar
Makale / Rohat Alakom

ekran_resmi_2021-04-10_20.25.18  
Destpêk

Edebîyata kurdî ya modern heta niha li perçeyên cihê yên Kurdîstanê û li derveyî Kurdistanê di gelek qonaxan ra derbas bûye û hatiye van rojên îroyîn. Li jêr em ê bi kurtî li ser mijara edebîyata kurdî (bi zaravê kurmancî) ku di van çil salên dawîn da li Swêdê pêşda çûye bisekinin û paşê em ê wek mînak romaneke Mehmed Dehsiwar ku li Swêdê dimîne bidin nasandin. Çawa xuya dibe naveroka vê nivîsa me bi sînorkirî ye. Edebîyata kurdî ya bi zaravayên soranî û zazakî li Swêdî jî hêjayî lêkolînên din in.[1]

Piştî bûyerên sîyasî yên dora salan 1980yî ji ber darbe, şer û zordestiyên nedîtî gelek kurd mecbûr mane derketine derveyî welat, wek penaber hatine li welatên Ewrûpayê bi hêviya rojekê careke din vegerin welatê xwe. Lê belê mercên vegerê ji van penaberan ra tu car li asoyê pêşerojê xuya nekiriye, ew her li Swêdê mane. Kesên pêşîn ku bi vî awayî hatine Swêdê di sala 1965an da kakilê dîroka kurdên Swêdê pêk anîne. Hejmara wan her çûye zêde bû, ji her derê Kurdistanê hatine. Di dawiyê da hejmara wan îro gîhiştiye qasî 100 hezar kesan. 

Piraniya wan penaber û koçberan ji bakûrê Kurdistanê ne. Komeke mezin ya kesên polîtîk, ronakbîr, nivîskar û kesên xwendî jî berê xwe dan Swêdê. Wan bi îmkanên dewleta Swêdî pêşengiya xebat û çalakiyên çandî kirine. Bajarê Stockholmê bûye paytextê çandî û edebî yê kurdan.[2] Bi vî tehrî em dibin şahidê têkiliyên çandî û edebî jî. Di navbera salên 1980-2000an da gelek rojname û kovar, bi sedan pirtûkên kurdî hatine weşandin. Rojname û kovarên wek Pale, Armanc, Berbang, Çira, Nûdem, Roja Nû, Bîrnebûn û gelekên din di vê pêşketina edebî da roleke mezin lîstine. Dema em berhemên ku wek pirtûk derketine û berhemên ku di nav van weşanên perîyodîk da hatine weşandin tînin bal hev, em wê demê dikarin baştir bibînin ka edebîyata kurdên Swêdê ji kîjan qonaxan ra derbas bûye. Ji van weşanên perîyodîk wek mînak kovara Bîrnebûn ku di sala 1997an da ji aliyê kurdên Anatoliya Navîn da hatiye weşandin, heta niha jî hê derdikeve (qasî 80 hejmar).[3] Di nav rûpelên Bîrnebûnê da bi sedan helbest, kurteçîrok û nimûneyên zargotina kurdî hatine weşandin. Bi kurtî edebîyata kurdên Anatoliya Navîn ne li vê coxrafyayê, tiştekî balkêş e ji vir bi hezaran kîlometre dûr li Swêdê dest pê kiriye pêşda çûye! Edebîyata kurd li welatê ku ew jê hatine qedexe ye, lê belê welatê ku hatinê bi salan e serbest e.[4]

Îfadeya “Kurdên Swêdê” ev demeke dirêj e ku li vî welatê Bakûrê/Îskandînavyê bûye nîşana pêşketina ziman û edebîyata kurdî. Ev geşedan û gulvedana edebîyata kurdî li Ewrûpayê di van salan da tenê li Swêdê pêk hat. Kurd li Swêdê di nav komên biyanî da û di warê ziman û edebîyatê da koma herî aktîv û jîr hatine hesibîn. Hebûn û pêşketina edebîyata kurdî li Swêdê bala nivîskar, lêkoler, dezgeh û medya swêdî jî kişandiye. Ango edebîyata kurdî ne tenê hatiye nivîsîn, herwiha bi salan hatiye nîqaşkirin û lêkolandin jî. Yek ji wan lêkolera çanda biyaniyan, Satu Gröndahl e ku di Unîversîta Uppsalayê, di beşa Navenda Lêkolînên Pirneteweyî (Centrum för multietnisk forskning) da kar dike, di derbara pêşketina edebiyata kurdî li Swêdê hin lêkolînên wê hene.[5] Di gelek nivîsan da tê gotin ku ev zimanê qedexekirî li Swêdê bi xwe ve hatiye, zindî û jîndar bûye.[6] Ji ber vê jî giringiya Swêdê bo ziman û edebîyata kurdî mezin e. Nivîsek dîyar dike ku ne tenê Swêd divê Ewrûpa bi giştî li vî zimanê qedexkirî xweyî derkeve, berpirsiyariya xwe bîne cîh.[7] Swêdê ji nivîskarên gelên bindest ra bûye starekê. Nivîskarên wek kurdan ku welatên xwe winda kirine, lê li Swêdê gîhiştine zimanê xwe.[8] Gelek caran em di çapemeniya swêdî rastî îfadeyên wek “zarokên kurd zimanê xwe li Swêdê şunda girtin”. Mijara ziman û edebîyata kurdî ev çil sal e her li Swêdê tê nîqaşkirin, wek mijareke giring tê dîtin. Wek mînak çawa em dibînin Encûmena Çandî ya Dewletê hejmareke kovara xwe ya  înformasyonê (1996) ji çanda kurdî ra veqetandiye.[9] Edebîyata kurdî wek edebîyateke kevin hatiye dîtin. Di derbarê dîroka edebiyata kurdî û koka wê da ya kevin da nîqaş tên kirin, dan-standinên kêrhatî pêk tên. Dîrok û danasîna edebîyata kurdî mijareke din e ku carina hatiye rojevê. Wek mînak antolojiyên çîrokên modern bi zimanê kurdî[10] û swêdî[11] hatin weşandin.

Yek ji wan sedemên girîng ku alîkariya pêşketina edebîyata kurdî kirîye bêguman sîyaseta dewletê ya di derbarê ziman û çandên cihê ne. Wek mînak Encûmana Çandî ya Dewletê (Statens kulturråd) û Fonda Nivîskarên Swêdê (Sveriges Författarfonden) bi comerdî hertim (bêyî guhartina hukimetan) alîkariya abori bo weşanxane û nivîskarên kurd kirine.[12] Kurdan jî saziyên xwe yên çandî û edebî jî saz kirine. Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê alîkarî daye van hewldanan.[13] Hejmara Weşanxaneyên kurdî her çûne zêde bûne. Kitêbxaneya Kurd ku di sala 1997an da hat avakirin, bi dirêjaya salan bû ocaxeke çand û edebîyata kurdî. Heta niha bi sedan civîn, konferans û panel li wir pêk hatine. Kitêbxaneya Kurdî îro xweyê qasî 13 hezar pirtûk bi sî zimanî û sedan koleksîyonên kovar û rojnameyên kurdî yan jî li ser kurdan e. Nivîskarên kurd îro endamên Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê yan jî endamên Yekitiya Nivîskarên Swêdê ne.

Nivîskarên ku pêşiyê hatin Swêdê wek Mahmud Baksî (1971), Mehmed Uzun (1977), M. Emîn Bozarslan (1978), Cegerxwîn (1979) bi keda xwe alîkarîke mezin dan geşedan û gulvedana edebîyata kurdî li Swêdê. Mahmud Baksî ku di sala 1971an da hatiye Swêdê piştî çend mehan tevî greveke xwebirçîhiştinê dibe, çapemeniya swêdî qala wî dike û wî wek “nivîskarê kurd” dide nasîn. Mahmud Baksî bi pirtûkên xwe yên zarok û xortan navdar bûye. Berhema kurdî ya pêşîn di sala 1978an bi navê Zarokên Îhsan ji aliyê Mahmut Baksî de wek pirtûkeke zarokan hatiye weşandin. Mehmed Uzun bi nivîsa rêzek romanên dîrokî alîkarîke mezin da pêşketina romana kurdî. Uzun zêdetir bi romana Sîya Evînê hate nasîn. M. Emîn Bozarslan ew alfebeya ku li Tirkiyê weşandibû û hatibû qedexekirin, ji nû ve li Swêdê derxist. Koleksiyonên kovar û rojnameyên kevin ku berî sedsalî hatibûn weşandin û nedihatin dîtin, ji nû ve bi çapên gelek xweşik gîhandin xwendevanan.[14] Bi taybetî weşandina kovara Jîn (5 cild) di nav kurdan da gelek deng da, ji bo ji nû ve nivîsandina dîroka edebîyata kurdî bû çavkaniyeke gelek kêrhatî. Ew tekstên rojnamegeriyê û pexşanê (nesîr) edebîyata kurdî dewlemend kirin. Ji bo edebîyata kurdî bû xezîneke mezin. Bi dehan nimûneyên edebîyata devkî amade kir û wek pirtûk weşand. Zeynelabîdîn Zinar ji nimûneyên zargotina kurdî gelek tekst weşandin, herwiha beşek berhemên edebîyata kurdî ya klasîk amade kirin. Di vî warî da keda Zinarê Xemo û hin kesên din jî derbas bûye. Bi hatina Cegerxwîn cara pêşîn peyvên kurd û edebîyat evqas zêde li Swêdê bi hev ra hatin bikaranîn, edebîyat û jîyana rojane nêzî hev bibûn. Bi hatina Cegerxwîn em dikarin bêjin ku edebîyata kurdên Swêdê bû xweyê kesayetîkî giranbiha. Wefata wî bo edebîyata kurdên Swêdê bû windakirineke mezin. Cenazeyê wî birin Qamişliyê. Sernivîsa nûçeyekê gelek bala me dikşîne: “Helbestvanek berbi çîyayên xwe vegeriya”.[15]

Yek ji wan beşên edebiyata kurd ku li Swêdê pêşda çûye bêguman edebîyata zaroka ye. Wek mînak bi dehan pirtûkên zarokan yên nivîskarê swêdî Ulf Löfgren (1931-2011) ku bi adaptasyona kurdî û bi navê Rindo hatina weşandin ji aliyê zarokan da gelek hatine hezkirin. Weşanxaneya Apec bi destûra nivîskar navê lehengê van pirtûkan Ludde kiriye Rindo.[16] Ne tenê serpêhatî û macerayên Rindo, çapên wan yên xweşik jî hêjayî pesindayinê ye. Ulf Löfgren heta niha 34 heb pirtûkên Ludde wek rêzepirtûk weşandine (1984-2006). Wêneyên van pirtûkan jî nivîskar bi xwe amade kirine. Bi dehan ji wan kurdî bi hersê zaravayan derketine. Carina kurmancî-soranî, carina jî bi kurmancî-zazakî wek tekstên paralel bi hevra hatine weşandin.

Beşeke edebîyata kurdî li Swêdê jî xebatên wergerê pêk tînin. Nivîskarên wek Serdar Rojan, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Mistefa Aydoxan, Mehmed Dehsiwar û hin nivîskarên din gelek berhem wergerandine kurdî. Serdar Rojan romana Don Quijote  ya Cervantes (Doz, 2007) û romana Anna Karenina ya Lev Tolstoy (Apec, 2019) wergerande kurdî. Hin nivîskarên kurd gelek berhem ji zimanê swêdî û ji zimanên din wergerandin zimanê kurdî. Van çalakiyên wergerê bêgûman alîkarîyeke mezin da zimanê kurdî, ev zimanê ku bi salan li Tirkiyê qedex bû. Dîroka edebîyata kurdên Swêdê hê nehatiye nivîsîn, lê belê kingê hate nivîsîn, em ê wê demê bibînin ku çi hatine efirandin.[17]

Piraniya nivîskarên kurd ku bi kurmancî nivîsîne/dinivîsin ji bakûrê Kurdistanê hatine Swêdê. Lê çend kes hene ku ji Sovyeta Berê û herêma Badînan tên wek Têmûrê Xelîl, Sidqî Hiror û Xelîl Dihokî. Beşek ji van nivîskaran berî gelek salan dest pê kirin bi kurmancî roman nivîsîn, ew heta niha jî her dinivîsin. Piştî 2000an hinek berhemên wan vê carê li Tirkiyê û li Kurdistanê hatin weşandin, hin ji wan jî bi wergera zimanên biyanî derketin. Di edebîyata kurdên Swêdê da kesen romannivîs ev in: Mahmûd Baksî, Hesenê Metê, Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Mehmed Dehsiwar, Enver Karahan, Mistefa Aydoxan, Silêman Demir, Lokman Polat, Bubê Eser, Laleş Qaso, Brûsk Serkan. Ev kes li Swêdê dimînin, weşanên xwe li wir weşandine û beşeke bûyerên romanên wan jî li vî welatî derbas dibin. Ev xalan bêgûman di pêşketina edebîyata kurdî da rola Swêdê jî derdixe pêş yan jî nîşan dide. Dema dîroka edebîyata kurdî li Swêdê hate nivîsîn wê demê em yan jî zarokên me dê bibînin ku vî welatê bakûrî di vî warî da çi roleke mezin lîstiye.

II

Nivîskar û wergêr Mehmed Dehsiwar ku niha li Stockholmê dijî romaneke hacimfireh ji sê cildan pêkhatî di nav van salên çûyî da weşand. Ev romana polîsî wek trîlojîkê (berhema sêromanî) dikare bê hesibibîn: Şopa Xeterê (378 rûp. 2017), Çepera Giran (426 rûp. 2018) û Berbanga Şevînê (506 rûp. 2020). Ev hemû cild ji aliyê Weşanxaneya APECê li Swêdê hatine weşandin. Nivîskar Mehmed Dehsiwar di sala 1959an da li Êlîhê (Batman) hatiye dinê û niha li Stockholmê karên xwe yê edebî û hunerî dimeşîne. Beşek bûyerên vê trîlojiya Mehmed Dehsiwar li Swêdê derbas dibin. Berhemên kurdî ku qala Swêdê dikin û mijara wan Swêd e hertim bala min kişandiye/dikişîne. Bi saya van çavkaniyên edebî ez dixwazim fêr bibim ka gelo wêneyê (îmaj) vî welatê ku kurdan ji xwe ra wek welatê duyem hilbijartine di van berheman da çawa xuya dike. Temaya kurdên Swêdê ne tenê bala nivîskarên kurd, herwiha bala nivîskarên swêdî jî kişandiye.[18] Ji ber çar sedeman min romana Mehmed Dehsiwar wek mînak bo danasîn û nirxandinê hilbijart: 1) mezinbûna romanê (sê cild), 2) şêwekî teze (romana polîsî), 3) roman yek ji wan mînakên here dawîn ya edebîyata kurdî li Swêdê ye, 4) beşeke bûyeran li Swêdê derbas dibe.

Şopa Xeterê (cildê I)

Dema cuntaya leşkerî (1980) li Tirkiyê hatiye ser text ewrên reş û tarî dagirtine ser Tirkiyê û Kurdistanê, kurdên reben mêze kirine ku ti star êdî ji wan ra nemaya, dev ji welatê xwe berdidin wek koçber, penaber dikevine rêyan, diçin bajarên mezin wek Stembolê. Di dawiyê da beşek ji wan jî tên derdikevine welatê Bakûrê, Swêdê. Yek ji van lehengê romanê Merdan Jîyan e ku di romanê da tenê wek Merdan derbas dibe. Merdan berê di tevgereke çepên tirkan da kar kiriye. Paşê ew tê girtin. Ew jî qedera bi deh hezaran kesên ku bûne goriyên zindana Dîyarbekirê û ezîyet û lêdanan mezin dîtine, parve dike. Dema ji girtîgeha Amedê derdikeve, ew pêşiyê tê Stembolê, demekê li wir dimîne. Hevalê wî Behrî ku berî wî hatiye Stembolê gelek alîkariya Merdan dike, bi karên wî yên derketina derve mijûl dibe. Tê gotin ku bavê Behrî bi bazirganiya malê qaçaxtiyê mijûl bûye, paşê îmkanên mezin ketine destê malbatê. Behrî li Stembolê gelek têkilî pêk anîne û karê wî her çûye mezin bûye. Dema Merdan li Stembolê ye hevalê wî Behrî wî dişîne taxeke Stembolê, Bakirkoyê bona li wir li bal fîzyoterapîstekî ji êşên xwe ra çarekê bibîne.

Piştî vê hevdudîtinê dema Merdan dixwaze vegere here aliyê cîhê hevalê xwe Behrî nişkêva dibe şahidê gulebaran û teqînan. Merdan xwe davêje erdê. Dema bêdengî peyda dibe, radibe ser pêyan û dibîne ku pîrejin û keçek di hembêza hev da li erdê dirêj bûne û birîndar in. Merdan gelek hewl dide bo alîkariya wan bike. Paşê bi vê pîrejin û keçikê ra têkiliyan nêzîktir datîne û wan nas dike. Ew, vê alîkariya Merdan ji bîr nakin. Derdikeve holê ku ev pîrejina bi navê Nezîre bi koka xwe ermen e, di zarokatiya xwe da bûye ewledê malbateke kurd û li bal wan mezin bûye. Navê bavê wê Elî û navê dayîka wê Xezal bûye. Merdan dibîne ku çend çîrokên vê pîrejinê hene ku hêjayî guhdarkirinê ne. Ev pîrejin di cîhekî da dibêje ku dema ordiyên tirk di sala 1915an da ermen ji cî û meskenên xwe leqandin, ew nefî kirine û koka wan anîne. Hin zabitên tirk gelek caran sîmsar şandine nav gel bo peydakirina mêran ku bixwazin bi jinên ermen ra bi berdêla pereyan bizewicin. Gelek zabitan bi saya vê sîmsariyê pereyekî mezin ji xwe ra berhev kirine. Dema Nezîre mezin dibe, kesekî bi navê Xalid  ra dizewice. Lê belê zarokên Nezîre û Xalid çênabin. Di sala 1966an da dema erdhejîn (zelzele) li bajarê Gimgimê (Varto) çêdibe, gelek kes dimrin û bi hezaran zarok bêdê û bêbav sêwî dimînin. Carekê dema rêya Xalid li Gimgimê dikeve ew li wir rastî keçeke piçûk tê ku navê wê Şanaz e. Xalid vê keçikê tîne ji xwe  ra dike ewled. Xalid zû dimire. Şanaz heta salên 1980yî li bal Nezîrê dimîne. Ew, keça malê ya xama ku li Stembolê parêzgeriyê dixwîne, bi bedewî û xweşikbûna xwe bala Merdan jî dikişîne. Merdan bi baldarî vê xanima ermen guhdar dike. Wek dedektîfan dixwaze serboriya wan fêr bibe. Bi saya vê naskirin û hevdudîtinê mijara komkujiya ermenan, zordestî û zilma ku hatiye serê wan di romanê da derdikeve pêş. Nezîre dema qala serboriya xwe dike, gotinê tîne ser dostayetiya di navbera kurd û ermenan jî. Di cîhekî da dîyar dike wek mînak Muhtila Begê Muksî bi hezaran ermen ji vê zilmê xelas kirine, derbasî aliyê din yê sînor kirine.[19] Bi zanetî nîn be jî divê em li vir nîşan bidin ku kirinên wî û navê wî gelek li hev tên.

Merdan êdî tivdarekê xwe dike bona sefera xwe ya Swêdê. Ew qasî 5 salan li wir dimîne. Bi saya têkilî û zîrektiya xwe ew rewşa xwe ya aborî baştir dike. Di nav demeke kurt dibe xweyê mal û milk. Ber  ra diçe unîversîteyê û li wir beşa dîrokê dixwîne. Pêşiya wî hertim vekiriye. Ew dixwaze destê tengezaran bigre, ji wan ra bibe alîkar. Demekê şunda hevalekî Merdan bi navê Serdar ji welêt tê Swêdê. Bi serê xwe wek penaber dijî. Jin û zarokên wî li welêt mane. Bîna wî gelek teng dibe. Hin tengasiyan li xerîbîstanê dikişîne. Ew û Merdan gelek ji hev hez dikin, rûmeta hev digrin. Derketina destûra mayîn û kar li Swêdê bona wî dereng dikeve. Ew wek qaçax li Swêdê dijî. Carekê dema rêya wî di nav daristanê  ra derbas dibe dengê teqînekê tê guhê wî. Paşê Serdar du kesên çekdar dibîne ku li pey kesekî din ketine. Serdar berdewam dike ji xwe  ra digere. Vê carê nalîna kesekî tê guhê wî, nêzî wî dibe û dibîne ku mirovek birîndar bûye, dinale. Serdar naxwaze wî tenê bihêle dixwaze alîkariya wî bike. Paşê wî dibe mala xwe, hewl dide birîna wî qenc bike. Ji vê yekê ew Merdan agahdar dike. Ev kirina Serdar hêjayî besinandinê ye, di nav van mercên xwe yên gelek xirab da mirovahiya xwe ji bîr nake, dilê wî wê demê tenê bona vî swêdiyê birîndar, nenas lêdide! Paşê derdikeve holê ku di esasê xwe da ev polês jî mirovekî qenc û pak e. Piştî demekê Anîta xwîşka vî polêsî ku bi xwe rojnamevan e destê xwe yê alîkariyê dirêjî Serdar bike. Di derbarê rewşa Serdar da nivîsekê di rojnameyan da belav dike. Piştî vê nivîsê destûra mayîn û kar ji Serdar  ra derdikeve. Kêfa Serdar tê cîh. Wisa xuya dibe ku qencî tu car nayê jibîrkirin. Paşê derdikeve holê ku ev kesê birîndar berê komîserê polês bûye û navê wî bi kurtî Lasse ye (Lars-Åke Stevenson). Lasse di derbarê kuştina serekwezîrê Swêdê Olof Palme da li pey hin rastiyan ketiye û xwestiye van rastiyan wek rapor eşkere bike. Vê carê ew dibe neyarê hevkarên xwe (polêsên ku naxwazin rastî eşkere bibin). Ji vir şunda gelek bûyer li pey hev bi lez di romanê da diqewimin. Malbata Lasse dibe dostê kurdan, di navbera wan da nêzikayî û hevkariyek peyda dibe. Lasse û xwîşka wî ya rojnamevan Anîta, Merdan, Serdar û Fermanê kurd bi tevayî li hemberî wan hêzên tarî ku di nav polêsê swêdî da hene disekinin. Carekê Hans Holmer (Serekê emnîyeta Stockholmê) ku di bûyera kuştina Olof Palme da kurd sucdar derxistibûn dibe hedefê operasyoneke Merdan û hevalên wî! Bûyera kuştina Olof Palme kurdên li Swêdê gelek diêşîne. Kurd dibin hedefê komên nijadperest û xêrnexwazên kurd. Di derbara bûyera kuştina Olof Palme da heta niha (1986-2020) qasi 149 pirtûk hatine weşandin. Beşek ji wan berhemên edebî ne. Mijara kurdî kêm-zêde beşekî van çavkaniyan pêk aniye. Nivîskar Mehmed Dehsiwar ev mijara giring dîtiye û di romana xwe da cîh dayê.

Di beşa dawî ya romanê da Merdan piştî pênc salan vedigere Tirkiyê, diçe Stembolê. Merdan û Şanaz bêsebir hêviya hev in, dixwazin hev bibînin. Piştî demekê Merdan fêr dibe ku dayîka Şanazê miriye û Şanazê ligel doxtorekî hevaltî daniye. Her çiqas ev çend sal in Şanaz û Merdan hev nabînin jî ji dûrve dibin heyranê hev. Lê belê dema mirov bi çavan ji hev dûr dikevin, bi dilan jî ji hev dûr dimînin. Ev jî rastiyek e. Herdu jî dixwazin hev bibînin, herdu jî di navbera du avan da dimînin. Di serê her yekî/yekê ra ev pirsa derbas dibe: Gelo mirov dikare du kesan di carekê da hez bike? Şanaz gelek ditirse bona Merdan vê carê here Swêdê êdî qet venegere. Ji ber vê yekê jî hîs û aqilê Şanazê daîm her şerê hev dikin. Carina peyvên gelek şirîn ji devên wan derdikevin. Dema carekê Şanaz telefonê vedike, Merdan wiha deng dike: ”Di vê xirecirê da dengê te wek melhema ser birînê hat”. Keça swêdî Anîta jî hertim di hişê Merdan da ye. Wisa xuya dibe ku evîn wek derdê dilan hişê Merdan jî tevlihev dike. Dema Merdan li Stembolê ye carekê dixwaze bi têlefonê hal û hewalê Şanazê bipirse: ”Berî ku li Şanazê bigere, biryar da ku ji Anîtayê  ra têlefon veke” (rûp. 345). Hemû ev serêşî îfadeya ”dilê rezîl” tîne bîra xwendevanan.

Wext derbas dibe carekê dema Merdan û Şanaz diçîn aliyê Behrî ew dinêrin ku karker û personelê Behrî li hev civiyane, panîkeke mezin li cîhê karê wî heye. Hin kesan li Behrî xistiye, ew kuştiye. Ev yeka Merdan gelek bêhizûr dike. Ne li pey hev be jî di paragrafekê da êdî em peyvên şop û xeter di eynî cîhê da dibînin ku navê romanê pêk tînin (rûp.329). Di gelek cîhên din da jî xwendevan rastî peyva xeterê tê, roman êdî dibe romana xeterê. Merdan vê carê bi pirs û pirsiyar li pey şopa kujer yan jî kujeran dikeve, kes nizane kê Behrî kuştiye. Lê belê dîsa jî ew dixwaze bûyer ronî bibe. Gelek kesan dibîne, wan guhdar dike. Yek ji wan jî Sêrdî Beg e, kurdekî ji aliyê Qersê ye ku li Stembolê dimîne. Ew wek “Sêrdiyê kurd” tê nasîn, hevalê hunermend Yilmaz Guney û heyranekî mûzîka kurdî bûye. Ew dostekî Behrî bûye, gelek jê hez kiriye. 

Merdan dema ji Stembolê tê Swêdê, birayekî xwe û birayekî Behrî dide ser karê Behriyê ku berî demekê ji aliyê kujerên nedîyar da hatibû kuştin. Di dawiyê da Merdan tê Swêdê. Anîta, birayê wê Lasse, Serdar tên pêşiya Merdan. Jin û zarokê Serdar jî ligel Merdan di eynî rojê ji Stembolê tên Swêdê. Ew dibin gelek kes, di texsiyekê da cîh nabin. Bi du texsiyan siyar dibin berê xwe didin Stockholmê. Lasse, Serdar û zarokên wî li texsîyekê sîyar dibin, Anîta û Merdan jî dikevin hundurê texsiyeke din bi marka volvo ku Anîta dajo. Anîta raste-rast Merdan dibe mala xwe. Dema dikevine hundirê malê Anîta tavilê bi lezo-bezo wî berbi oda razanê dibe.

Nivîskar Mehmed Dewsîwar di vê romana xwe da wek mînak xwestiye bi saya mînaka Nezîrê li Stembolê û bi saya mînaka Hasse li Stockholmê hin mekanîzmayên mirovî bide bikaranînê, aktîf bike bona çend mijarên nemirovî rûreş û sosret bike. Lehengê yekem Merdan wek “lehengê xelaskar” heyraniyeke mezin di romanê da peyda dike. Nivîskar Mehmed Dehsiwar ne tenê xwestiye bi kuştin, teqîn û dilopên xwînê kelecana xwendevanan bilind bike. Ew zane ew çi dike. Wî herwiha xwestiye çend mijarên ku mirovahî gelek hewcedarî wan e derxe pêş yan jî xwendevanên xwe di vê rê da seferber bike. Nivîskara swêdî Åsa Schwarz jî di romaneke polêsî da wek Mehmed Dehsiwar xwestiye çend pirsgirêkên mirovahiyê mîna hawirdor, jîngeh niqaş bike. Piraniya bûyerên vê romana bi navê Firişteyek Mirî (En död ängel) li Serhedê li hêla Agirî, Îdir, Qers û Aniyê derbas dibin.[20] Bi kurtî dikarim bêjim ku ev berhema Mehmed Dehsiwar gelek balkêş e. Dema min dest pê kir ez vê romanê bixwînim min gelek caran nedixwast ji dest berdim. Min di nav du-sê rojan da bi hewaskarî ew xwend. Ne tenê ev hewaskariya min, romanê bi xwe jî bi zimanekî edebî û bi mijarên kelecanî xwe dida xwendinê.

Çepera Giran (cildê II)

Romana Çepera Giran bi gereke Merdan ligel dilketiya wî xanimeke swêdî Anîtayê dest pê dike. Vê carê em lehengê romanê Merdan li Swîsreyê dibînin (Nivîskar navê Swîs bi kar tîne). Ew dibe mêvanê hevalekî xwe yê bi navê Dîyar û keçka hevala wî Angelîka. Dîyar mihendisê teknîkê ye, ev du sal in di dikaneke ku amûren teknîkî difroşe da kar dike. Merdan dixwaze ligel wî karê bazirganiyê bike û gotinên xwe dikin yek. Dema hevalê Merdan, Behrî berî demekê li Stembolê tê kuştin di kaseya wî da nifteyek tê dîtin. Nifte, nifteye kasaya ku Behrî li bankeyeke Swîsrê da vekirîbû ye. Merdan dema diçe kaseyê vedike dibîne ku nameyek û defterek tê da heye. Li ser zerfa nameyê navê Merdan xuya dike. Behrî di vê nameyê da dîyar dike ku hemû sermaye û milkê wî ji Merdan  ra maye. Piştî vê gera Swîsrê Merdan tê Swêdê û demekê şunda berê xwe dide Stembolê. Gelek pirsgirêk, qeza û bela li benda wî ne. Lê belê ew natirse û bi cesaret û bi zanîn diçe ser van dijwariyan.

Çawa tê zanîn piştî cuntaya leşkerî (1980) rewşa Tirkiyê her berbi xirabiyê ve diçe. Yek ji wan pirsgirêkên here mezin jî tekoşîn û serhildana kurdan, çareserkirina pirsgirêka kurd e. Lê belê hêzên fermî yên dewletê yên ku di nav dewletê da dewlet pêk anîne, bi êrîşên çaralî berê xwe didin kurdan, bo ku bazirgan û karmendên kurd nebibin xwedîyê sermaye û karên xwe bi pêş ve bibin. Di romana Çepera Giran da çawa xwendevan dibîne lehengê romanê Merdan hatiye Tirkiyê û dixwaze ku pergalekê bide karên şîrketên xwe yên ku berbi hilweşînî ve diçin û hatine ber îflasê. Hêzên tarî êrişên xwe yên li hemberî kurdan li bajarên mezin zêdetir kirine/dikin. Kuştina heval û dostê wî Behrî hertim di romanê da tê peyivîn û tê bi bîr anîn. Niha Merdan û çend hevalên xwe divê çareyekê li hemberî van êrişên nîv-mîlîter û nîv-fermî bibînin. Di hişê Merdan da ”şerekî modern û nihênî” heye. Wek metodên ku dijmin bi kar tîne ew jî dixwaze bi heman zimanî bersîvê bide wan. Çawa ev hêz bi alîkarîya ajan û sixûrên xwe karê casûsîyê dimeşînin Merdan jî ligel hevalên xwe dest bi çalakiyên kontra-casûsiyê dike. Di vî warî da biserketi karê xwe dimeşînin. Di dawiyê da ew xwe dighîne hin agahî û zanyariyên gelek nihênî, dokuman û kasetan. Eger ew, van agahiyên giring bighîne raya giştî û medyayê hingê mala van komên dewletê yên nîv-mîlîter dişewite. Merdan vê yekê wek mesaj ji wan  ra radigihîne. Niha şerê Merdan û ”nemerdan” dikeve pêvajoyeke nû. Mirov di romanê da dibîne ku Merdan û koma dora wî pozîsyona xwe xurt kirine.

Di romanê da gelek bûyer diqewimin. Yek ji wan jî serpêhatiya Delîl e. Delîl xortekî ji devera Dîlokê (Entep) ye. Ew carekê ligel duwanzdeh hevalên xwe dibin hedefê êrişên helîkoptereke tirk. Ew di cîh da can didin, tenê Delîl bi birîndarî xelas dibe. Birînên wî gelek giran in. Nikare zêde bilive. Xwe bi erdê ra dikşîne û bi zorê xwe digihîne gundekî nêzîk. Lê belê ew gund jî gundekî kurdên ku nêzî dewletê ne. Gelek kurdên ku bi navê ”parêzgerê gundan” (cerdevan) hatine nasîn û ji dewletê maeş distînin li vî gundî dijîn. Delîl diçe li ber maleke hinekî dûrî gund disekine û alîkariyê dixwaze. Xwedîyê malê dema dibîne yekî birîndar li ber deriyê wî melisiye û di nav xwînê da ye, tavilê şikê dibe ser şervanên kurd ”terorîstan”. Ew yekser hewil dide ku wî bikuje, lê jin û keça parêzgerê gund ji vê yekê razî nabin. Mêrê malê bêhizûr e. Hişê wî tevlihev dibe, dikeve nav streseke mezin. Tiştekî ku bikaribe bike jî tune ye. Piştî ku li gor îmkana xwe birînên wî paqij dike û bi paçekî ser wan digire, dilezîne ku zûtirekê wî ji mala xwe bi dûr bixe ku dewlet şikê nebe ser wî. ”Zû here ku tu di mala min da nemirî” ew dibêje. Di dawiyê da xwedîyê malê ji ber neçariyê wî bi traktora xwe dibe li kêleka bajêr cîhekî datîne û vedigere tê gundê xwe.

Çima hemû hevalên wî mirine, şehîd ketine, lê ew xelas bûye? Beşeke bersîvên vê pirsê şik û gumanên ne di cî da jî ji teref hevalên wî ve peyda dibin. Ev gilî û gotin diçin guhê Delîl jî. Hezar tişt di hişê Delîl ra derbas dibin. Divê ew vê carê bersîva gelek pirsan bide. Hîsa sucdariyê serê wî gelek mijûl dike. Nivîskar li vir naxwaze rûhiyeta mirovan û hîsên ku di hundirê wan ra derbas dibin bavêje alîyekî, wan jî derdixe pêş. Çawa em di romanê dibînin ku Delîl paşê tê Stembolê, Merdan wî hildide ser kar. Delîl yek ji wan kesan tê hesibîn ku Merdan zêdetir di romanê da baweriya xwe pê tîne.

Serpêhatiya Delîl rewşa Sadî jî tîne bîra me. Ew ji destpêkê ve ligel şîrketa Merdan kar dike. Paşê dema eşkere dibe ku ew sucdar tê dîtin û sixûriyê wî dîyar dibe, barê li ser wî yekcar giran dibe. Ew li ber çavên dost û hevalan û endamên malbata xwe rûreş bibe. Berî ku xwe bikuje Sadî ji Merdan û hevalên wî ra bi eşkere dîyar kiriye ku wî bi hemdê xwe û bi zanetî ev karê ajaniyê nekiriye. Xuya dibe ku Husem Bînbaşî bi nîyeta ku êrişî jin û zarokên wî bike ew çavtirsandî kiriye. Çendî ku Sadî li xwe mûkir hatiye û Merdan jî ew hinekî efû kiriye, dîsa jî Sadî biryar dide û di dawîyê da xwe dikuje. Berî kuştina xwe spasiya xwe bi telefonê digihîne Ezîz, yek ji hevalên Merdan û ricayekê ji wî dike: ”Ger tiştek bi serê min ve were, xweyitî li malbata min bike”. Sadî rojekê berî ku Husam Bînbaşî û xwe bikuje diçe taxa Mahmudpaşayê û li wir demançeyekê distîne. Bo ku bizanibe ka demançeya wî baş kar dike yan na, ew diçe taxeka Stembolê ya bi navê Daristanên Belgradê û çend destan demançeya xwe diceribîne. Rojtira din ew berê xwe dide taxa Eyubê. Li wir lêdixe Husem Bînbaşî dikuje û pişt ra guleyekê jî berî mêjiyû xwe dide. Zilma ku Husem Bînbaşî li jin û zarokên wî kirine ne bese, vê carê mecbûr dimîne ew jî zilma here mezin li xwe dike! Mînakên Delîl û Sadî bi vekirî nîşan didin ku biryarên di mehkûmkirina mirovan da dema bêbingeh bin an jî zûzûka bên dayîn, wê çaxê ew dikarin di civatê da bibin sedemên bêdadiyên gelek mezin.

Di nav vê pevçûn, şer, xirecir û qelebalixê da carina em di romanê da rastî şopên evîn û evîndariyê jî tên. Bahoz û Merdan havînê dema bona karekî diçin devera Sîlîvrîyê çend rojan di maleke kevin da dimînin. Li wir ber avê rastî du keçan tên. Navên wan Zerîn û Nesrîn in. Keçik dixwazin wan nas bikin û bi wan ra bibin heval. Ev romansa (serpêhatiya evînê) ku bi serê wan  ra derbas dibe, gelek kurt diajo. Paşê xatir ji hev dixwazin.

Di romanê da jina ku herî zêdetir bala me dikşîne Şanaz e. Navê lehenga jinîn Şanazê di pirtûka yekem a vê rêzeromanê da jî derbas dibe. Dilê Merdan wê demê zêdetir bi evîneke platonîk ketibû Şanazê. Lê belê di romana Çepera Giran da Merdan û Şanaz dema hev dibînin, devê wan her di devên hev da ye û ji maçan têr nabin. Tenê peyvên şirîn ji devên herdu dilketiyan dibarin. Herçendî ji ber zêdebûna karên Merdan hevdudîtinên wan kêm dibin jî, lê bona careke din hev bibînin gelek bêsebir dibin. Bona ku serê Şanazê nekeve belayê, heta ji destê Merdan tê bi fesal tevdigere. Şanaz gelek dixwaze pê ra bizewice û herdu jîyana xwe bikin yek. Miroveke ku her kesê xwe winda kiriye, naxwazê vê carê Merdan jî winda bike. Merdan jî gelek ji Şanazê hez dike. Ew zane û hîs dike ku dilê wî ketiyê û êdî çare nabe. Carekê bêyî ku bifikire û plan bike lingên Merdan wî dibin dikana zêrfiroşekî. Li wir gustîleke zêr distîne û berê xwe dide mala Şanazê ku li taxa Sariyerê dimîne. Dema taştê dixwin, Merdan vê gustîlê dixe binê fîncana Şanazê. Heman demê da karekî Merdan derdikeve û ew bi lez diçe derva. Dema Şanaz fîncanê hildide, ew dibîneke ku di binê fîncanê da gustîleke zêrîn şewq û şemal dide, dibiriqe. Şabûna wê bêsînor e. Di jîyana xwe da ew rastî surprîza here mezin tê. Paşê Merdan dergehê dilê xwe bi temamî ji Şanazê  ra vedike. Ew dixwaze di nav demeke kurt da ligel Şanazê herin Amedê, mala bavê xwe û bi şahiyeke piçûk nîşana xwe bikin. Wisa jî dikin.

Dema vegera Stembolê herdu dilketî fikrê xwe dikin yek ku herin paytextê Swêdê, Stockholmê. Bi vî tehrî Merdan heta demekê be jî ji derd û kulên dinê, xeterên mezin xelas dibe. Nas û hevalên wî yên nêz jî xwestibûn ew demekê ji ber çavan winda bibe. Şanaz heta çendekî ji cîhê karê destûrê distîne. Ew di taxa Galatasarayê di buroyekê da kar dike. Roman bi vê sefera Stockholmê diqede. Bahozê hevalê wî jî ligel wan rêwitiyê dike, berî ku bê Stembolê ew li Swêdê bi karê erebetemîrkirin, kirîn û firotina wan ve mijûl bûye. Kurdekî ji Çewlikê ye. Bahoz jî di salên 1980yî da wek bi hezaran kurdên din koçberî Swêdê kiriye. Çawa xuya dibe bûyerên ku di romanê da derbas dibin li ser coxrafyake gelek berfireh pêk tên.

Berbanga Şevînê (Cild III)

Ev romana bi navê Berbanga Şevînê beşa sêyem û dawî ya rêzeromana nivîskar Mehmed Dehsiwar pêk tîne. Piraniya bûyerên ku di vî cilda sêyem ya romanê  ra derbas dibin li çend paytextên îroyîn, dîrokî û nîv-fermî da diqewimin, wek Stockholm, Enqere, Stembol û Dîyarbekir. Li her serbajarekî bîranîneke lehengê romanê yê bi navê Merdan heye. Di romana Berbanga Şevînê da panoramayeke fireh ya rewşa sîyasîya  bi giştî li Tirkiyê û bi taybetî li Kurdistanê li ber çavan tê raxistin (salên 1990-2000). Mirovên mafîyayê, komeke kujeran, hêzên tarî û veşartî di nav dewletê da dewleteke din saz kirine. Di çapemeniyê da ev hêza binerd bi salan wek  “dewleta kûr” hatiye nasîn. Vê dewleta kûr bi taybetî berê xwe daye kurdan, gelek kurdên welatparêz bi destê kujerên nedîyar da hatine kuştin. Di van salan da herkesî herkes şopandiye. Hewa û rewşa polîtîk ya van salan wek tê zanîn gelek sert bûye, tirs û xofeke mezin li welêt hakim bûye.

Romana Berbanga Şevînê bi aramî, bêdengî, xweşî û bedewiya ku li Stockholmê heye dest pê dike. Bi kurtî li vir lehengê romanê Merdan jî tê nasandin, çawa bûye perçeyekî vî bajarî, çawa bûye xweyê mal û îmkanan. Ji aliyê din ew ji welatê kal û bavan dûr maye: “Mîna ku mirov ji himêza dêya xwe bi dûr bikeve, ew bêwar mabû”. Çawa em di romanê da dibînin wek hemû koçberan, penaber û tengezaran Merdan jî bûye xweyê du welatan, du çand û pir-zimanan. Evîndara Merdan ya bi salan  Şanaz jî êdî hatiye Stockholmê, li wir cîwar bûye û gihiştiye dilketiyê xwe. Ew demekê derdikevin tûreke Ewrûpayê, diçin li çend welatan digerin. Lê belê ji ber zêdebûna karên xwe, lingekî Merdan li Stockholmê, lingekî wî jî li Tirkiyê û Kurdistanê ye. Gelek demên dirêj ew hev nabînin. Piştî hatin û cîwarbûna Stockholmê jî tenêmayîna Şanazê dîsa berdewam dike. Tenêmayîn demeke dirêj dirûv û formekê dide jîyana wê. Merdan vê carê diçe Tirkiyê, bi rojan deng jê dernakeve, Şanaz gelek meraq dike gelo tiştek hate serê wî. Carekê Merdan tê girtin, hêzên polês û dewletê wî bernadin. Çend caran herdu birayên Merdan jî tên girtin.

Serê Merdan hertim di belayê da ye. Ev yek bîna Şanazê teng dike, nizane çi bike. Têlefonên wê bêbersîv dimînin. Biryar digre û bi serê xwe tenê diçe Tirkiyê bona xeberekê ji Merdan bigre, gelo ew heye, tune ye. Di dawiyê da Şanaz jî tê girtin. Hêzên ku Merdan girtine, bi girtina Şanazê dixwazin zêdetir li ser Merdan bandûra xwe nîşan bidin. Lê belê çi dikin ji devê Merdan tu gotin dernakeve. Di vê rewşa xerab da bêgûman hevalên Merdan jî vala namînin. Li ser planên rizgarkirina Merdan û Şanazê serê xwe diêşînin. Bi opererasyoneke biserketî ev lehengên romanê di dawiyê da tên xelaskirin. Piştî vê bûyerê êdî Şanaz ne dixwaze û ne jî dikare li Stockholêm tenê bimîne. Carekê pêşneyarekê li ber guhê Merdan dixe. Şanaz dixwaze xwişka Merdan ya bi navê Zeyneb, dê û bavê wî jî bên Stockholmê bona ew ji vê tenêmayînê xelas bibe. Merdan vê dîtinê ji dûrî aqilan nabîne, piştî demekê em van endamên malbatê jî li Stockholmê dibînin. Êdî him endamên malbata Merdan, him jî nifûsê kurdan Swêdê piçek be jî zêde dibe.
Koma Merdan ya ku bi salan e li hemberî hêzên çekdar û tarî tekoşîneke mezin dide, di vî cildê romanê da jî li ser karê xwe ye. Merdan û hevalên xwe di warê wergirtina îstîxbaratê da xweyê îmkanên mezin in. Hin kesên wek Akif Beg (di îstîxbarata polês da kar kiriye), Deniz (di îstîhbarata jendirme da xebitiye) û Xelîl Îbrahîm (zabitekî dewletê yê kevin) gelek alîkariya Merdan dikin bona wan kesên bêgune ji wê zilma mezin xelas bikin. Destên van kesan dirêj in. Ew hergav hevkariya Merdan dikin. Di romanê da çend beşên gelek dirêj hene ku qala van hewldayîn û seferên Merdan û hevalên wî dikin ku li hemberî van hêzên tarî hatine pêkanîn. Hemû bi serfirazî bi dawî hatine. Di romanê da kesê herî nêzîkî Merdan bêgûman Bahoz e, gelek ji hev hez dikin. Peyva Bahoz di romanê da wek “paşnava” Merdan xuya dike. Dema operasyonan Merdan hertim Bahoz hildide bal xwe. Jina Merdan ya bi navê Şanaz gelek dixwaze Zeyneba xwîşka Merdan bi Bahoz ra bizewice. Şanazê çend caran ev mijar ji Zeynebê ra vekiriye. Zeynebê di destpêkê da ev yek qebûl nekiriye, paşê êdî dengê xwe jî nekiriye.

Di romanê da hin tîp hene ku gelek bala xwendevanan dikşînin, yek ji wan jî Celîl e. Xortekî bi nezanî ketiye nav komên fanatîk yên oldar û bûye dijminê cinsê xwe, bi çek û sîlah êriş birine ser gelek kurdên bêgune. Demek tê hevalên wî dixwazin ku ew xalê xwe jî bikuje. Celîl çi dike nikare biryar bide ku bi destê xwe xalê xwe bikuje. Celîl hê ji bîr nekiriye dema bavê wî dimre, ev xalê wî lê xweyî derketiye, ew mezin kiriye û şandiye medreseyê. Celîl di dawiyê da dev ji van hevalên xwe berdide, bi alîkariya nas û dostan paşê xwe dighîne refên kurdan. Celîl di romanê da xwe rexne dike, poşmaniya xwe tîne ziman û berê xwe dide pêşerojê. Her çiqas zor be jî dixwaze careke din li jîyanê vegere. Merdan jî şansekî dide Celîl û li vî xortê kurd xweyî derdikeve.

Di vê romanê da tenê sîyaset tune, mijara evîn û hezkirinê jî heye. Merdan dema ciwan bûye cara pêşîn li Dîyarbekirê li dora keçeke kurd geriyaye, dilê xwe berdaye wê. Wî tu car êşa vê evîna pêşîn ji bîr nekiriye. Di cildê duwem ê vê rêzeromanê da (Çepera Giran) Merdan û Bahoz rastî tu keçên stembolî tên, navê yekê Nesrîn, navê ya din Zerîn bûye. Ev romans hê nehatiye jibîrkirin. Di vî cildê dawîn da jî ew hev dibînin. Dilê Nesrînê ketiye Merdan, dilê Bahoz jî di Zerînê da ye. Nesrîn di vî cildê sêwem da carekê dema qala mijara mirina xwe dike, ji Merdan ra “Tu qevdek gulên kesk, sor û zer bîne, deyne ber serê min”. Merdan hinekî difikire gelo Nesrînê ew navên ku rengên ala kurdî tînin bîra mirovan çima li vir bi du hev rêz kirin? Paşê derdikeve holê ku koka malbata wê jî kurd e. Angorî gotinên bavê Nesrînê koka malbata wan diçe dighêje kurdan. Ew berî gelek salan wek sirgûn hatine vir û ji ber zordestiyan û tirsê bi dirêjahiya salan qet qala vê pirsê nekirine, xwe weke “tirk” nîşan dane yan jî hesibandine.

Di dawiya romanê da xuya dibe ku du xort nişkêva winda dibin. Ji ber vê yekê navbera du malbatan jî xirab dibe. Ji Merdan alîkarî tê xwestin. Piştî lêkolîn û pirsiyaran derdikeve holê ku hin hêzên tarî ew xort revandine ji bo bi rêya tehdîdan peren ji malbatên wan peyda bikin. Merdanê ku hatiye Dîyarbekirê li pey şopa wan ketiye paşê van xortan xelas dike û wan dighîne dê û bavên wan. Ev çalakî û hewldana Merdan ya dawî ye ku bi serketin û serfirazî xelas dibe. Ew xortên xelaskirî bi dilşahî diçin dighêjin malbatên xwe. Êdî Merdan û Bahoz jî haziriya xwe dikin bona herin Swêdê bighêjin hezkiriyên xwe.

Mesaja romanê berbi dawiya vê berhemê, di rûpelê 500î da hêdî hêdî zelal dibe. Vê mesajê mirov bi sê peyvên efsûnkirî jî dikare bîne zimîn: rizgarî, azadî û dilşahî. Merdan û Bahoz êdî berê xwe didin pêşerojeke nûjen û dilşa. Dilezînin ku ji “wî welatê ku mirov nizanibû bê sibê çi lê diqewimî, veqetin”. Di dawiya romanê da Merdan tê Stockholmê, digihêje jin, dê-bav û xwîşka xwe Zeyneb. Merdan hê nizane jina wî Şanaz ducan (hemle) ye. Şanaz ji ber vê şabûn û dilşahiyê nizane çawa û kingê vê xebera xêrê ji Merdan ra bêje. Demekê şunda Merdan bi kêfxweşî fêr dibe ku ew êdî dibe bav, zarokek ê jê ra çêbibe!

Encam

Romana Mehmed Dehsiwar ya ku ji sê cildan pêkhatî, yek ji wan romanên bi zaravê kurmancî ya here dirêj pêk tîne (Qasî 1310 rûpel: 378+426+506). Wek rêzeroman hatiye nivîsîn. Ev romana ku di navbera salên 2017-2020an da li Swêdê hatiye weşandin, qasî ku ez zanim berhema hê li wê coxrafya ku piraniya bûyerên romanê lê qewimîne, ango li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê nehatiye weşandin. Dema cildê yekem Şopa Xeterê di sala 2017an da derket, min ew bi nivîsekê dabû nasandin.[21] Di hersê cildan da jî lehengê romanê yê sereke Merdan edaletê belav dike. Li dijî nepakan, xiraban, kujer û celatan disekine. Navê lehengê romanê Merdan di eslê xwe da ji peyva merd çêbûye ku tê wateya egîd, dilêr, mêrxas. Merdan di romanê da bi ”merdane” diçe ser kujer û zaliman. Belkî jî nivîskar ev nav bi zanetî li lehengê xwe kiriye. Ji ber vê min sernivîsa  danasîneke cildê duwem danîbû: Şerê Merdan û “Namerdan”. Li vir min peyva merd (pirhejmar bixwîne) ya kurdî bi peyva namerd ve kiriye têkiliyê, ango min xwestiye bi vê îfadeyê şerê pakan û nepakan bînim zêmîn. Belê di hersê romanan da jî her ev şerê mirovahiyê yê qedîm heye. Navê Merdan gotineke pêşiyan ya kurdî jî tîne bîra me: ”Meriv bikeve tora merdan, nekeve tora namerdan”. Merdan ji bo kesên ku ketine tengasiyê xelas bike hertim di rê da ye. Ew ji tecrûbeyên xwe jî zane ku kesên tengezar hertim hewcedarî alîkarî û piştgiriyê ne. Piştî ku mirov hemû romanê dixwîne, mirov dixwaze romanê “Romana Merdan” bi nav bike!  Merdan xirabiyê nizane, hertim bi erênî difikire. Wek mînak tiştekî balkêş, lehengê romanê Merdan şansekî dide kesên wek Delîl, Sadî (cild II) û Celîl (cild III) ku bêhemdî xwe, ji nezaniyê yan jî ji ber sedemên din ketine tengasiyê, rewşa wan şaş hatiye famkirin. Delîl û Celîl bi saya hewldan û nêrînên Merdan yên erênî tên dikevin nav hevalên Merdan. Yek ji mijarên romanê jî êş û jana kesên ku ji welatê xwe dûrketî ye. Nivîskar bi kesayetiya Şanazê xwestiye di vê romanê da têgehên windakirin, qûtkirin, xerîbî û dûrmayinê jî niqaş bike, derx pêş. Şanaz, dema hatiye Swêdê gelek xerîbî kişandiye, xwe tena hîs kiriye. Ew ji koka xwe qetiyaye hatiye welatekî dereke, ew difetise. Nivîskar bi hin vegeran carina xwendevanan dibe berî sedalî li wan herêmên ku ermen lê mabûn digerîne. Mirov dibîne tu kes ji wan nemaye, tenê çend kesên din, nav, nasname guhartine, mane. Di vê romanê da mijareke din jî hebûna kurdên Swêdê ye. Ev romana dîrokî ku rewşa kurdan li bakûrê Kurdistanê, li Tirkiyê û Swêdê ya van sî salên dawîn bi zimanekî edebî û sade radixe ber çavan. Kurdên Swêdê êdî bûne mijara edebîyata swêdî jî, çawa em dibînin di gelek romanên polîsî da navên kurdan derbas dibin.[22] Raberîhevkirina van herdu edebîyatan bêguman dikare encamên balkêş derxe holê.

Jêrenot

[1] Nivîskarên wek Ferhad Şakelî, Şêrko Bêkes, Refîq Sabir, Xebat  Arif bi zaravayê soranî, kesên wek Mehmed Malmîsanij, Heyder Diljen, Îhsan Espar û gelek kesên din bi zaravayê zazakî berhem dane. Ferhad Şakelî bi salan li ser Meleyê Cizirî xebitî, bi rêya kovara Svensk-kurdisk journal nimûneyên edebîyata kurdî bi wergera swêdî weşand. Qasî 16 hejmarên kovara Svensk-kurdisk journal di navbera salên 1985-1989an da hatine weşandin. Cudabûna alfabeyan, zarava û coxrafyan danasîna edebîyata kurdî bi tevayî gelek caran dijwar dike. Eger em rewşa pêşketina van hersê zaravayan bidin hemberî hev, wan rûberî hev bikin gelek tiştên balkêş dikarin derkevin holê. Berhemên nivîskar, wergêr û lêkolerên edebîyata kurdî ku li Swêdê dijîn heta niha nebûye mijarê lêkolîneke berfireh.
[2] Rohat Alakom, Kurdên Swêdê, Serkland, 2006, rûp.191-196.
[3] Weşanxaneya APECê ku di sala 1988an da ji aliyê kurdekî ji Anatoliya Navîn da saz bûye jî xebatên xwe hê her didomîne. Ev weşanxane “Weşanxaneya herî mezin li Ewrûpayê” tê nasîn. Him organa Bîrnebûnê û him jî APECê di warê pêşketina edebîyata kurdê Anatoliya Navîn da roleke mezin lîstiye/dilîze.
[4] Bi salan ziman û edebîyata kurdî di Unîversîteya Uppsalayê da bûye mijara lêkolîn û dersdayînê. Îranîst û rohilatzanê swêdî Stig Wikander wek mînak hê di salên 1950yî da diçe Kurdistana Suriyê, li wir gelek tekstên edebî yên bi zaravayê kurmancî berhev dike. Ew, van tekstan paş li bajarê Uppsalayê diweşîne (Stig Wikander, Recueil de textes Kurmanji. Uppsala Universitets Arsskrift, 1959). Piştî ku hejmara kurdan li Swêdê zêde bû û swêdiyan kurd nas kirin êdî qiymetê ziman û edebîyata kurdî zêdetir bû. Di eynî unîversîteyê da hînbûna ziman û edebîyata kurdî dest pê kir. Vê perwerdeyê bi salan ajot. Ferhad Şakelî di navbera salên 1988-2017an da ders daye. Niha li şuna wî, Haşîm Ahmedzade di sala 2021an da dest pê kir vî karî dike. Lêkolerê kurd Hashem Ahmadzadeh ku di Unîversîteya Uppsalayê da kar kiriye, di sala 2011an da teza xwe ya doktorayê da bala lêkoleran kişandiye ser edebîyata kurd bi taybetî jî romana kurd. Mijarên wek têkiliyên herdu edebîyatan (kurdî-farisî), mijara roman û netewetî di vê xebatê da tên niqaşkirin û rûberîhevkirin. Angorî agahiyên nû kesên ku bixwazin dikarin di vê unîversîteyê da dest pê bikin bi rêya qursan edebîyata kurdî fêr bibin (2021-2022).
[5] Satu Gröndahl, Kurdisk litteratur i Sverige. Den föreställda nationen i svensk kontext. I: Multiethnica. Meddelande från Centrum för multietnisk forskning. Uppsala universitet,  nr 26-27/2000. Satu Gröndahl (redaktör), Litteraturens gränsland: Invandrar- och minoritetslitteraur i nordiskt perspektiv, Uppsala Universitet, 2002, rûp.333-364.
[6] Anneli Jordahl, Det litterära kurdspåret-Ett underkuvat minoritetspråk väcks till livet i Sverige, Dagens Nyheter, 18/10 1997.
[7] Erik Östling Kurdisk kultur är ett europeiskt ansvar, Arbetet Nyheterna, 14/1 1999.
[8] Anneli Jordahl, Förlorade sitt land-men vann ett språk, Göteborgs Posten, 18/9 1994.
[9] Kulturrådet Informerar, nr 1-2/1996. Tema vê hejmarê; çanda kurdî ye, cîhekî fireh jî dide edebîyata kurdî.
[10] Antolojiya Çîrokên Kurdî I-II, amadekar: Firat Cewerî, Weşanên Nûdem, 2003.
[11] Kurdistan berättar: Fåglarna återvänder till bergen - tjugotre noveller, amadekar: Ferhad Şakelî, Tranan, 2011.
[12] M. Tayfun, Kurdiskt författarskap och Kurdisk bokutgivning, APEC, 1998.
[13] Nivîskarên kurd di nav xwe de rêxistina xwe ya pêşeyî (meslekî), Yekitiya Nivîskarên Kurd di sala 1989an de saz kirine. Qasî 26 kes beşdarî kongra yekem a vê rêxistinê bûn. Ji aliyê vê rêxistinê de bi navê Wan kovarek der çû. Ev rêxistina di sala 1994an de belav bû. Li cîhê wê di sala 1995an de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê hate sazkirin. Piraniya nivîskarên kurd ku ji Kurdistanê Tirkiyê tên, endamên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ne. Qasî 40 endamên wê hene. Ji aliyê vê komeleyê de bi navê Çira kovarek bi kurdî hatiye weşandin. Qasî 18 hejmarên wê der çûne, hejmara pêşîn di sala 1995an de derketiye.
[14] Rohat Alakom, Dildarekî gotina nivîskî, Mehmed Emîn Bozarslan, Nûbihar, nr 123/2013, rûp.64-66.
[15] Elin Clason, En poet återvänder till sina berg, Aftonbladet, 12/3 1984.
[16] Gorî Elî Çîftçî (xudanê Weşanxaneya APECê) navê Rindo dîya wî daniye.
[17] Nivîskarên ku bi koka xwe kurd in û li dinê gelek hatine nasîn, lê bi zimanekî din dinivîsîn (tirkî û erebî) wek Yaşar Kemal û Selîm Bereket jî bala me dikşînin. Yaşar Kemal dem dem li Swêdê maye, Selîm Bereket ji sala 1999an vir da li Swêdê dijî. Piraniya berhemên van herdu nivîskaran jî bi wergera zimanê swêdî hatine weşandin. Bi saya van berheman, swêdîyan kurd baştir nas kirine. Herdu nivîskaran kurdan wek mijar û tema di nexşên edebî da cîwar kirine. Wan bi van berhem û romanên xwe bêgûman alîkarîke mezin danasîna kurdan, dîrok û çanda wan. Wan bi vî tehrî niqaş û gengeşiyên edebî bi erînî gur û germ kirine. Mijara Yaşar Kemal û Selîm Bereket nîşan daye ku gelek nivîskar ji ber qedexebûna zimanê kurdî û tunebûna sîstema perwerdeya zimanê dayîkê mecbûr mane bi zimanekî din nivîsîne.
[18] Rohat Alakom, Di Romana Swêdî da Koçberiya Kurdan, Nûbihar, nr 144/2018, rûp.6-14.
[19] Rohat Alakom, Muhtila Begê Moksî, Bîrnebûn, nr 45/2010, rûp.10-20.
[20] Rohat Alakom, Åsa Schwarz li Welatê Serhedê, Basnews, 24-30 Tîrmeh 2017.  
[21] Rohat Alakom,  Romaneke Polêsî: Şopa Xeterê, Bîrnebûn, nr 70/2018, rûp.80-84.
[22] Rohat Alakom, Di Romana Swêdî da Koçberiya Kurdan, Nûbihar, nr 144/2018, rûp.6-14.