Hesreta Mîrat Mayî
Makale / Ayhan Erkmen

          ezidilerkimdirsozcukapak_16_9_1521529989-670x371

Ji xelqê re text û dewlet mîrat mane, ji wan re ferman, trawma û hesretî. Çend sal berê, bi doxtor Xelîl Xaltî re dema ku em ser trawmayê û fermanan diaxivîn -ew bi teybetî ser trawmayan xebitîbû- got “Bandora trawmayan civakî ye, mirov rasterast mexdûrê trawmayan nebe jî, dê, bav û pêşiyên mirovan ew mexdûriyet jiyabin, mirov tim bi tirs û xofa trawmayê dijî. Nifşên Êzdiyan yên ku li avrûpayê ji dayik bûne û mezin bûne jî tim bi tirs û xofa fermanan dijîn.”

          Ez ji Serheda jorîn im. Heya fermana sala 1918an li vê deverê Êzdî jiyane. Çûyîna wan bi kul û derd e, gellek çîrok li dû xwe hîştine. Di bîra civakê de û di pirtukên Erebê Şemo, Heciyê Cindî û Wezîrê Eşo de behsa eş û janên wan salan tê kirin. Gundê me li ser riya şanzdeh gundên Êzdiyên herêma Dîgorê ye. Êzdiyên cîranên me, di sala 1918an de ne di vê riyê re di riyên çil û çiyan re derbasî alî Sovyetê bûne û cardin jî venegeriyane ser hîmên xwe.

          Mixabin kambaxiya fermanan bûye parçeyekî qedera wan. Hatina Êzdiyan a herêma Dîgorê jî disa ji ber fermanekê çêbûye. Di sala 1877-1878an de Rom ku li hember Ûrisêtê şer winda dike, Evdilhemîdê padşahê wan bajarê Qersê û der û dora wê, bi ber şêr ve ji wan re dihêle. Tola wê jî ji civakên kêmar yên li nava xwe derdixe. Bi destê hevkarên xwe dikeve dor canê wan. Êzdiyên herêma Eyntaba[1] Agiriyê ji ber wan tedan koçber dibin û tên herêma Dîgora Qersê. Rayedarên Ûrisêtê jî wan di şanzdeh gundên Dîgorê; Şatiroxliyê, Şîrînkoyê, Yemençayîrê, Susizê, Xerebe Dîgorê, Qizilquleyê, Baceliyê, Duzgêçîtê, Engûkê … de cihûwar dikin.

           Êzdî li vir, devî devî çil salî dijîn. Li gorî pergala Ûrisêtê ya wê çaxê, civak xwe bi xwe rêve dibin. Bi destûra çar, serekên bi navê “gilaveyan” ji nav xwe hildijbêrin û “gilave”[2] di navbera wan û çar de dibin pire. Di herêma Digorê de gilavetiya civaka Êzdiyan, bi salên dirêj Elî Axa kiriye. Elî Axa ji gundê Xerebe Dîgorê bûye. Xerebe Dîgor hema li fêza Dîgorê ye. Wê wextê li navenda Dîgorê Ermenî, li Xerebe Dîgorê Êzdî jiyane. 

           Li serê newala bintara gundê Xerebe Dîgorê  kaniyek heye û navê wê “Kaniya Gevezê” ye. Di sala 1890i de Egîdê birê Elî Axa li vir dest diavêje keçekê yê birevîne; Geveza xwîşka keçikê li hember dertê, bi dehiftanê Gevez ji zindêr dikeve û dimire. Egîd tê girtînê û wî sirgûnî Sîbiryayê dikin. Li wir bi Anna Lûkyanovnayê re dizewice. Di sala 1907an de Egîd bi malbatî ji sirguniyê vedigere Xerebe Dîgorê lê ji ber ku Anna rûs e, civak bertekan nîşandidin.[3] Ji du vê bûyerê, civaka Êzdiyan vê carê jî Hutî Begê Reşît Axa wek gilave hildijbêrin. Hutî Beg ji gundê Şîrînkoyê bûye. Nivîskar Wezîrê Eşo neviyê Hutî Begê ye. Di wê tofana sala 1918an de Eşoyê bavê wî deh, donzdeh salî bûye.

          Ji du şoreşê, Lenîn ku leşkerên sovyetê bêşer û bêdew ji serhedê dikişîne, hêwirze radibe; bi hawara “leşkerên Qerebekir tê” civaka Êzdiyan cî û warên xwe dihêlin û ber bi alî Sovyetê direvin. Di wê rev û bezê de tofaneke wisa mezin diqewime ku “dê ewledê xwe diavêje.” Gelek zarokên bêdê û bêbav ji dû Êzdiyan li vî alî sînor dimînin. Hin xêrxwez ji wan zarokan xwedî derdikevin û mezin dikin. Li Bazarcixa me zarokekî bi navê Ûsiv dimîne.[4] Ûsiv ji Êzdiyên gundê Şatiroxliyê bûye.

          Gundê Şatiroxliyê hema di ber devê gundê me de ye, ji Qersê sî, ji Dîgorê bîst kîlometreyan dûr e. Navê erd û zeviyên gund, hê jî bi navkirinên Êzdiyan e. Gund pala xwe daye “Topa Şatiroxliyê.” “Çayira Axê” û “Kirê Keraliyê” rasteke fireh e û ji pêşiya gund heya sînorên Bazarcix, Gulheyran û Yayla Sinco dirêj dibe. Li hêla bakûr Bazarcix û Gulheyran, li hêla başûr jî Yemençayîr û Şîrînkoy jê re cîrantiyê dikin. Riyên gundên Şîrînkoyê û Yemançayirê di nava gundê Şatiroxliyê re derbasdibin. Çemekî zirav di bintara gundê Şatiroxliyê re dikişe.

          Gundiyên me, Ûsivê piçûk li rasta Kirê Keraliyê dibînin. Mala Hecî Dursin û Hecî Reso lê xwedî derdikevin û mezin dikin. Di dawiya dawîn de Ûsiv, Berfoya keça Dawoyê pizmamê wan direvîne û dibe zavê malbatê jî. Sê zarên wan çêdibin; Husko, Nezîme û Îfo. Mixabin Ûsiv di ciwaniya xwe de bi qezayekê tê kuştin.

          Şatiroxlî di heman demê de gundê malbata helbestvan Şikoyê Hesen e jî. Lê nizanim bi Ûsiv re lêzimtiya wan he ye, an na. Di wê rev û beza sala 1918an de Hesenê Bavê Şiko hêj donzdeh salî buyê.  Şiko ew êş û janên ku di fermanê de hatine jiyandin, ji bav, dê û mezinên malbatê guhdar kiriye û bi devê keçeke ji fermanê filitî, di helbesta xwe ya bi navê “Du Gul” de bi hostayî honandiye. 

“…

Birawo ez e evd im,

Evda ser reş û dil jar,

Derdê neman çawa tevdim.

Wexta padişê zilm, xezevê,

Anî koka bavê min,

Cinyaz pê da dane tavê,

Qeland arg û avê min…”[5] 

          Ji Şatiroxliyê keça bi navê Şera Biro jî li vî alî sînor dimîne û li gundê Pifîka Şexan di mala Şêx Ûsiv de disitire.[6] Ji gundê Qizilquleyê jî Teyoyê Merûf Axa heman qederê dijî.[7] Teyo jî wê gavê donzdeh saliye bûye û li navenda Qersê di dibistana Rûsan de dixwîne. Dema defa hewarê lêdide û gundî ji destê qetlê ber bi  Gûmriyê û Elegezê direvin, Teyo nû ji Qersê hatibûye malê û hêj cilên dibistanê li ser wî bûne. Mala Merûf Axa jî tivdarekê xwe kirine ku yê rekevin lê Teyo naxweze bi  malbatê re here, malbat li ser şînê datînin xwe diavêjinê û tînin rê. Teyo bi wan re rêdikeve, bi tevlî malbatê heya devê Avareş jî diçe lê şûnve direve tê gund. Dibîne ku agir berdane, gund şevitandine.

          Teyo bêxweyî û bêxwedan dimîne. Merivên Evdilmecîd Begê Eletorî[8] rastî wî tên. Evdilmecîd Beg dema ku hîndibe Teyo kurê Meruf Axayê Okiz Axa ye,[9] lê xwedî derdikeve, jê re dibêje “Rêkeve, here gundê Pifîka Şêxan, mala Şêx Evdirrehman, silavên min bêje, ew ê li te xwedî derkeve” Teyo raste rast diçe mala Şêx Evdirrehman, silavên Evdilmecît Begê radigihînê û xwe dide nasîn. Şêx gazî her du kurên xwe, Huseyn û Mihemed dike, ji wan dipirse, ka gelo Teyo nas dikin, an na. Ji ber ku di xelaya sala berîn de Şêx, her du kurên xwe şandibûne mala Merûf Axa, genim dabûye anînê; Huseyn û Mehemed, ji tavilê Teyo tê derdixin. Teyo wek neferekî malbatê, bîst salan di mala Şêx de disitire û Şêx jê re “Emîna Êzdî” dixweze.[10]

          Dilê Teyo ranake, berê xwe cardin nade Qizilquleyê. Lê Qizilqule qet ji xewnên Casîmê Celîl dernayê. Casîmê Celîlê hemsalê Teyo jî di wê rev û bezê de, dê, bav û xwîşka xwe winda dike. Li alî Sovyetê di sêwîxaneyan de mezin dibe.[11]

Li gorî gotina wî “bihêlin Casîm ê bi çav girtî derkeve rê û bê Qizilquleyê.” Gundê wî di newala bintara Dîgorê de hatiye avakirin. Di bintara wê re ava çemê Dîgorê dikişe, dora çêm bax û baxçe ne. Li ser çêm aşên Teyo Begê û yê Markar Axa hebûne. Sînorên Qizilquleyê ji alî rojhilat ve digihêje Ava Reş ango sînorê Ermenîstanê. Ji alî rojava ve cîranê  navçeya Dîgorê ye. Li alî bakûr bi Bacelî û Mevregê re û li alî başur jî bi Elem, Taşnîga Ecema û Xerebe Dîgorê re cîraniyê dike.

         Casîmê Celîl perwerdeke baş digire. “Dîrektoriya radyoya rewanê”, “rêveberiya enstituya mamosteyên kurdî”, “berpirsyariya weşanxaneya dewleta ermenîstanê ya beşa pirtûkên kurdî” dike û dehan pirtûkên helbest û çîrokan dinivîsîne. Dema rêveberiya enstituya mamosteyên kurdî dike bi Xanima Rizgoya gundîya xwe û wek wî di sêwîxaneyan de mezin bûye nas dike û pê re dizewice û bi hev re çar zarokên pir qîret mezin dikin; Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Naza Celîl.

         Nivîskar Erebê Şemo di wê rev û bezê de bîst sali bûye; şoreşger e û di nav xebatên şoreşê de cih digire. Dema li herêma Dîgorê di nav gel de xebatan dimeşîne, yekineyeke çar wî di gundê Xerebe Dîgorê de digirin û lêdixin.[12] Her çiqas wê rojê berdidin jî lê ji dûre gund bi gund dû şopa wî dikevin. Ji ser vê Erebê Şemo, ji herêmê dertê, diçe alî Sovyetê û tevlî artêşa sor dibe. Romana wî ya bi navê Şivanê Kurmanca ji bîranînên wî yên wan salan pêk tê.

          Nivîskar Heciyê Cindî jî di pirtûka xwe ya bi navê Hewarî û bîranîn xwe de behsa wan salan dike. Heciyê Cindî wê demê deh sali bûye. Malbata xwe winda dike, serda jî destekî xwe. Ew jî wek Casîmê Celîl di sêwixaneyan de bi hesreta Gundê Yemençayîrê mezin dibe. Heciyê Cindî, derbarê navê gundê xwe de dibêje ku “Çayîr û çîmenên gundê me wisa xweş bûn,  çavên kê ku pê diket, li hember wê bedewiyê metel diman û  digotin ‘eman çayîr!”[13]   

         “Çemê Çaço” di nav wan çayîr û çîmenên gundê Yemençayîrê re kibar, kibar diherike. Li der û dora gund du çiya hene, yek çiyayê “Kolik” e, gund pala xwe dayê;  yê din jî çiyayê “Qontir” e û gund berê xwe dayê. Li ser vî çiyayî ziyaret heye, ji berê ve şêniyên gundên der û dorê,  qurbanan dibin û li ser şerjêdikirin. 

         Esedê Biroyê Cewarî[14] di sala 1909an de li fêza kaniya gund xaniyekî pir debdebe dide çêkirin. Hê jî ev xanî ji heweskariyê wek “Birca Belek” tê binavkirin. Wan salan şêniyên  Yemençayirê  di vê oda Esedê Biro de dicivin; behsa meselê berê dikin, çîrok û stranan dibêjin. Carinan, ji derva jî mevan tevlî vê cimueta wan dibin. Ji wan mêvanan yek jî, sazbend û dengbêjê gundê Qozilcê,  Kamilê Bekir e. Kamilê Bekir sazê bi hostayî lêdixe û pê re kilam û çîrokan  dibêje. Sê zarokên zîrek; Heciyê Cindî, Cerdoyê Genco û Emînê Evdal qet ji van şevbihêrkan kêm namînin. Dibe ku bi bandora wan şevan e, dema hersêk mezin dibin, li ser folklora kurdan xebatên pir mezin û giranbiha dikin. 

          Heciyê Cindî ji berî koça dawîn, hesreta Yemençayîrê wiha tîne ziman “Ez biçûma emençayîre, min dilê xwe rehet bikira, bêhna min vebûya, min ê cih û warên kal û bavê xwe, mala me û kalikên xwe bidîta. Min ê xaliya wî gundî, bi dilê tijî maç bikira. Ew xaliya ku xwîşk û bira, pîrik û kalikê min, dê û bavê min, pir hezkirî lê geriyane”

           Ev hesreta Heciyê Cindî, çi piçûk, çi mezin hesreta hemu Êzidiyên ku ji cih û warê xwe nefîkirîne. A ku sed û pênc salan şûnde, Dengbêj Ûsivê Efendî di gulana 2022an de serê sûwaran xistibû, ji Rewanê anîbû gundê Zorê jî ev hesret bû.

          Efendiyê bavê Ûsiv di dema rev û bezê de sî û pênc salî bûye, ji gunzê Zorê direve diçe alî Rewanê, di gundê Argavanê de cîwar dibe. Efendî wê hesreta welat di dilê Ûsivê xwe de wisa qewîn dimeyîne ku Ûsivê Efendî sed û pênc salan şûnde hatibû serdaniya gundê malbavîstana xwe, bi vegerê dema ku Lîanna Mihoyan[15] jê hestên wî dipirsî bi dengekî hestewar digot “Dema ku ez çûm Zorê, wisa bêhna min fire bû, hûn bêjin qey ez teze ber dawa diya xwe ketime.” Şêniyên gund ku xaniyên mala bavê wî nîşan didinê, kevirên xaniyan maçdike, bêhn dike û ji ber derê xaniyan çend kulm xalî hildide, dibêje “Ez ê vê xaliyê bibim û ser gora bav û apê xwe bireşînim bejim ev xaliya mala we ye.” Dûre berê xwe dide goristana gund, helbet kêlik bi axê re keliyane, nayên naskirin lê Ûsivê Efendî destê xwe vedike û sed û pênc salan şûnde, li ser gorên Êzdiyan qewl û bêytan dixwîne. Ji dû çend saetan, esra kûr, wekî ku li wî gundî ji dayik bûye, mezin bûye û dilê wî ranake ku jê veqete, bi çavên hêsir, ji şêniyên gund xatir dixweze û vediqete. 

Jêrenot

[1]Dutax

[2] Glava (Rûsî): Birêveber, serok û hwd.

[3] Nivîskar Heciyê Cindî di pirtûka xwe ya bi navê Hewarî de dirêj, dirêj behsa vê bûyerê dike.

[4] Eboyê Îsko (ji Bazarcixê) di hevdîtina me ya 28ê tîrmeha 2022an de parîvekir.

[5] Şikoyê Hesen, Payîz û Ba, Avesta Yayınları, İstanbul, 2008.

[6] Îdrîs Almayê neviyê wê agahî dan.

[7] Seîdê kurê Teyo li hevdîtina me ya di havîna 2021an de behskir.

[8] Mezinê Sipkiyên Eyntabê ye û xwedan alayeke eşîretê bûye.

[9] Êzdiyên herêma Dîgorê jî Sipkî ne û dostên Evdilmecîd Begê ne.

[10] Ne bi tenê Teyo di gundê Pifîka Şêxan de şeş, heft zarokên Êzdiyan disitirin û mezin dibin.

[11] Prof. Celîlê Celîl di hevdîtina me ya havîna 2021an de behskir.

[12] Erebê Şemo di romana Şivanê Kurmanca de berfireh behsa vê bûyerê dike.

[13] Roja îrohîn, şêniyên heremê vî gundî wek Yemençayîr binavdikin.

[14] Bavê bavê nivîskar Heciyê Cindî ye.

[15] Pêşkêşvana bernameya “Dengê Xerîbiyê” li Çira TV..